Ji Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk komcivîn

Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidî komcivîna xwe pêk anî

Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidî îro di saet 10.00’an de li Şengale komcivîna xwe pêk anî.

Di komcivînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiya Şengalê û rêziknameya perwerdeyê hate destgirtin. Herwiha wê rêveberiya nû ya perwerdeyê were hilbijartin.

Rêvebera Saziya perwedehiya Civaka Demokratîk a Êzidî Îdo Şakir ji Rojnews’ê re axivî. Îdo Şakir diyar kir ku di sala 2020’an de ji ber rewşa herêmê ya nazik û vîrûsa koronayê wan nekarîne weke pêwîst perwerdeyek baş bidin û got;”Ji ber ku metirsiyên mezin li ser destkeftiyên Şengalê heye ji 1’ê Kanûnê ve Şengal ketiye nava berxwedanekê. Em jî wek mamoste û Rêveberiya Saziya Perwerdehiyê heta niha di nava gelê xwe de ji bo destkeftiyên Êzidxanê têdikoşîn.”

LEYLA LORÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button