Peykera jineke Êzidî ya dîl ketibû destê çeteyan li Şengalê hate danîn 

Cîlan Berces yek ji wan jinên ciwan yên Êzidîbû dema dîl dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî hovîtiya wan dawî li jiyana xwe tîne. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Korkorka weke wefadariyek peykerê wê li Tilizêr bi amadebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ û mezinên eşîran danî û perde li ser kişand.

Di sala 2014’an de ji ber hêzên ser bi PDK’ê li beramber êrîşên DAIŞ’ê li berxwe nedan, bihezaran Êzidî bi komî hatin qetilkirin û bihezaran zarok û jinên ciwan jî dîl ketin destê çeteyan. Gelek jinên ciwan ên ketin destê çeteyan ji ber rastî destdirêjî û hovîtiya çeteyan hatin, dawî li jiyana xwe anîn û teslîmê wan nebûn. Yek ji wan jinên ciwan jî Cîlan Berces e.

Şehîd Cîlan Berces di sala 1995’an de li Tilizêra Şengalê tê dinê. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş dikin, Cîlan jî weke gelek jinên ciwan ên Êzidî dikeve destê çeteyan. Lê Cîlan Berces li şûna di destê çeteyan de bimîne û heqaretê lê bikin, mirinê tercîh dike û piştî çend rojan dawî li jiyana xwe tîne.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Korkorka peykera Cîlan Berces li Tilizêr danî. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Korkorka bi amadebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), fermandarên hêzên parastinê, mezinên eşîran û sedan kesî perde li ser peyker kişandin.

Endamên malbata Cîlan ku di merasîmê de amadebûn, spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Korkorka û herkesê ku keda wê di çêkirin û danîna peykerê de hebûye kirin.  Bi navê malbatê dayîka şehîd Cîlan, Şemê Dêro axivî. Dayîka Şemê diyar kir ew bi keça xwe serbilinde û got: “Cîlan keça hemû Êzîdiyane.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Cigirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên jî axivî û di kesayeta Şehîd Cîlan de tevahiya şehîdên Êzîdxanê û yên ku di ber Êzîdxanê de şehîdbûne bibîranî û soza xwedî derketina li wan dûbare kir

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button