Şivanê Sikêniyê bi aramiya gund keyfxweşe, lê…

Gundê Sikêniyê di zivistanê de mîna biharê kesk bûye û şivan jî pezê xwe diçêrînin û bi aramiya li herêmê kêfxweşin. Şêniyên gund daxwaza çêkirina nexweşxaneya gund ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin, dikin.

Herêma Qibletê di dema şerê DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de yek ji herêma herî zêde qurbanî dan û hate wêrankirin. Di van demên dawiyê de xelkê herêmê ref bi ref vedigerin ser cih û warê xwe, jiyana xwe ji nû ve ava dikin.

Komelgeha Sikêniyê jî yek ji wan herêmên Qibletê ye ku hem zirerê ji êrişên DAIŞ’ê hem jî ji dewleta Tirk dîtiye. Di sala 2021’an de nexweşxaneya gund ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin û di encamê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên çûbûn nexweşxaneyê şehîd ketibûn. Ji bo lêxistina nexweşxaneya Sikêniyê, doz hatibe vekirin û kampanya hatibin destpêkirin jî, heya niha ev nexweşxane ne hatiye çêkirin.

Lê şêniyên gund li ser cih û warê xwe dijîn û debara xwe bi dexil û sewalkariyê dikin.

Di meha Çileyê de derdora gundê Sikêniyê û zeviyên wê kesk bûne û ji bo çêrandina heywanan hewayeke bi dilê gundiyane. Şivanê gund Cirdo Abas Qasim keyfxweşe bi aramiya gund û dibêje, ew bi rehetî dikare pezê xwe biçerîne û keyfxweşiya xwe bi van gotinan tîne ziman: “Sikêniyê aram û xweşe. Em hêvî dikin ev sal ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet jî ji Şengalê re bi xêr bîne. Sikêniyê warekî xweşe, lê xelk vegere wê Sikêniyê tam bibe Sikêniyê. Demekê Sikêniyê tam ava bû û li hemû gundên wê jiyan hebû. Wê demê ez li herêmê giştî digeriyam û herêm hemû ya min bû. Lê niha jî aramî heye. Em hêvî ji xwedê dikin xelkê me vegere. Divê her kes were ser warê xwe. Erd û axa alemê ne ya we ye, hûn lê bimînin. Cihê ku mirov lê dijî, warê mirove. Ez çûm Başûr û Rojava lê dawiya dawî ev der cihê mine.”

Mamê Cirdo keyfa wê wî ji sewalkariyê û jiyana xwezayî re tê û dibêje: “Sikêniyê cihekî xweş û arame, aramiya li vir li tu cihî nîne. Pezê min têre, şîr heye, mast heye, nîvişk heye. Ev hemû tişt ji mala xelkê xweştire.”

Li ser xizmeta tenduristiyê û perwerdehiyê Mamê Cirdo daxwaza çêkirina binkeyeke tenduristiyê dike û wiha pêde diçe: “Her tişt li Sikêniyê xweşe, lê nexweşxane nîne. Hûn dizanin nexweşxaneya me hatibû teqandin. Em ji pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê neçarin biçin Şengal û Sinûnê an jî cihekî din. Bijîşkên wê nexweşxaneyê gelek baş bûn û dermanên wan jî baş bûn, lê çûn…Eger çêbibe wê dilê me rehetir bibe.”

Xelîl Hesen yê tevî hemû êrişên çeteyên DAIŞ û û dewleta Tirk ya dagirker jî Şengal terk nekiriye û ji fermanê ve 7 sale li Sikêniyê dijî jî dibêje, derdora 35 mal li gund hene û wiha got; “Debara me ya gund ser dexil û sawalkariyê ye. Nêzî 35 mal li vir dijîn.  Pêwîstiya me bi dibistan û nexweşxaneyê heye. Dema nexweşxane li vir hebû, nîvê şeve jî nexweşketiban em diçûn, gelek qenc nêzî me dibûn û bê beramber xizmetê dikirin. Lê li wan xistin. Me tu carî terka cihê xwe ne daye. Ji derveyî cihê mirov, tu sûdê cihekê din li mirov nabe.”

Show More
Back to top button