Yekitiya Jinên Êzidî: Emê destûr nedin lêkirina dîwar

Yekitiya Jinên Êzidî destnîşan kirin ku ewê ji bo lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de destûr nedin û got: “Emê ti carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin.”

Bertekên li hemberî dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de ku ji aliyê artêşa Iraqê ve tê lêkirin, her ku diçe zêdetir dibe. Yekîtiya Jinên Êzidî bi daxûyaniyekê destnîşankirin ku îradeya gel tine tê hesibandin û gotin: “Em kiryarên hewldana têkbirina vîn û erdîgariya gelekî bi destên dijminê neteweyan û sûcdarên şaristaniya mirovahiyê, şermezar dikin. Ev alî hewl didin nîjadperestiyê biafirînin û gel dûrî rastiya şêniyên bi hezaran sal li ser bingeha hezkirin û biratiya li ser erdîngariyekê jiyane, bixe. Mînaka vê yekê jî lêkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên rojavayê Iraqê de ye.”

Dîwar berdewamiya plansaziyên 2014 ye 

Di daxûyaniyê de bal lê hat kişandin ku lêkirina dîwarê berdewamiya plansaziyên 2014 ye û wiha hat gotin:“Herêmên Şengalê 2014`an ji ber hêzên tarî û DAIŞ`ê û piştevanên wan zehmetî kişandin, ji ber wan niştecihên wê koçber bûn, mêr hatin kuştin û jinên şengalî jî hatin firotin. Hêzên ku qaşo parastina gelê xwe dikin, rasterast li pêşberî çavên cîhanê destek da DAIŞ`ê û îro planên wan bi lêkirina dîwar pêk tên.”

“Emê ti carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dawiyê de em dibêjin sûcan li dijî mirovahiyê pêk tînin û rojane hemû herêman topbaran dikin, gelê wê digirin û qetil dikin, da ku em serî ji siyasetên wan ên nîjadperest û şovînîst re bitewînin. Lê bila ew dijmin, çi li hundir an derve, bizane ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin û tu carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin.”

Navenda Nûçeyan-JINHA

Show More
Back to top button