Eliyas: Gorên komî yên Êzidiyan di encama xiyaneta Barzaniyan de çêbû

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas diyarkir tevî ku 9 sal li ser fermanê re derbasbûye jî, hîn gelek gorên komî li Şengalê venebûne û got: “Ji ber hikûmeta Iraqê û saziyên girêdayî NY karê xwe bi başî nakin, di her hatina rifatan de birînên me careke din vedibin. Divê gelê me malbata Barzanî ya bûye sedema gorên komî ji bîr neke, ji ber di encama xiyaneta wan a pêş çavê we hemûyan de ev pêkhat.”

Duh 41 cenazeyên qurbaniyên 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji nava gorên komî hatibûn derxistin, piştî testa DNA’yê ya li Tiba Edlî ya Bexda’yê gihîştin Şengalê. Duh malbat, saziyên Şengalê û li gel xelkê herêmê li Herdan, Qinê û Koço’yê bi merasîmên girseyî spartin axê. Tevî ku PDK bixwe sedema gorên komiye jî, dîsa li van merasîman de amadebûn û xwest li ser rola xwe ya di qirkirina Êzidiyan de bigire.

‘PDK sedema gorên komiye’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen li Solaxê beşdarbû, Xwedêda Eliyas jî li Herdanê beşdarê merasîma spartina axê ya qurbaniyên fermanê bû. Xwedêda Eliyas li cihê merasîmê ji ajansa me re axivî û rexneyên tund li PDK’ê girt. Eliyas dazanîn ev komkujî û gorên komî ji ber xiyaneta PDK’ê bûye û wiha axivî: “Sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazim. Mixabin heya niha ferman li ser me berdewame. Bi anîna beş bi beş cenazeyên şehîdan birînên me careke din vedikin. Heya niha 55 gorên komî hatine vekirin, lê ew jî bi rêkûpêk nebûye. Piştî rifatên şehîdan ji gorên komî yên Herdanê hatin derxistin, careke din li wir hestî hatine dîtin. Ji vêya jî xuya dibe ne hikûmeta Iraqê û nejî saziyên dibin çavdêriya NY’yê de karê xwe baş nameşînin.”

‘9 sal derbasbû hîn piraniya gorên komî venebûne’

Xwedêda Eliyas diyar kir tevî ku 9 sal li ser fermanê re derbasbûye jî, hîn piraniya gorên komî venebûye û got: “Gelê me hîn jî bi şêwazên cûda cûda rûberûyê fermanê tê. Astengî derdixin ji bo venegerin ser cih û warê xwe, hewl didin rastiya fermanê bi wan bidin ji bîr kirin.”

‘Yên bûne sedema fermanê bi gelê me didin ji bîr kirin’

Xwedêda Eliyas diyar kir, siyaseteke qirêj li ser Êzidiyan tê meşandin û wiha pêde çû: “Siyaseteke qirêj li ser gelê me didin meşandin. Wisa kirine civaka me ya dibin desthilatdariya wan de ji rastiya xwe dûr bikevin û nekarin rastiyê vebêjin. Heya gelê me nekaribe rastiya xwe bîne ziman, nebe xwedî îrade ewê nikaribe rê li ber fermanan jî bigire. Di dema fermanê de hemû hovîtî li ser gelê me pêk hat xelk qetilkirin û li van gorên komî de hatin veşartin û Şengalê talankirin. Îro bi hezaran kes li virin, ji bilî zarokên 10 salî li ber çavê van hemû kesan îxanet li me hate kirin, lê mixabin gelê me vê rastiyê nabêje herkes dizane ên bûn sedema vê fermanê û van gorên komî malbata Barzanî û hevkariya wan a bi dijmin re bû.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button