Erebên Şengalê jî tevlî hefteya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan bûn

Pêkhateya Ereb yên li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinên Ereb, tevlî hefteya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan bûn û li ser parêznameyan nîqaş meşandin. Pêkhateya Ereb diyarkirin, dewlet herêma wan ji bîr kiriye, lê bi saya Rêber Apo niha xwe rêve dibin û parastina herêmên xwe jî dikin.

Di çarçoveya pêngava, ‘Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re’ li Şengalê hefteya xwendina parêznameyên Rêber Ocalan ya bi dirûşmeya, ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez, li wirim’ de Pêkhateya Ereb ya Şengalê jî tevlî hefteya xwendina parêznamayên Rêber Apo bûn.

Pêkhateya Ereb ya gundên li bakurê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa herêmên pêkhateya Ereb û Meclîsa Jinên Ereb li meclîsa Gel a Bîrcarî kombûn û parêznameyên Rêber Apo xwendin. Piştî xwendina parêznameyan gel li ser parêznameyan nîqaş meşandin.

Xwendina parêznameyan bi deqîqeyek rêzgirtina ji şehîdan re destpêkir û paşê Endama Meclîsa Jinên Ereb Fatîma Mihemed parêznameyan xwend. Girseya gel a li meclîsê kombûyî eleqeyeke mezin nîşana parêznameyan û nirxandinên Rêber Ocalan dan.

Piştî xwendinê gel nirxandinên xwe derbarê mijarên ku ji Rêber Ocalan fêmkirine de kirin û gotin: “Herêma me timî di dîrokê de ji aliyê dewletê ve hatiye ji bîr kirin û ti girîngî pê ne hatiye dayîn. Her timî nakokî navbera me û pêkhateyên din de hebû. Lê piştî hatina gerîla ya herêmê me fikrê Rêber Apo naskir. Piştî naskirina me çêbû, em bixwe parastina herêmên xwe dikin û xwe rêvedibin.”

Jina  bi navê Xedîce Mixlif ya beşdarê xwendina parêznameyê bû, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Em dixawzin Rêbertî azad bibe, em ji saya fikrê wî azad dibin. Ji ber em fikrê Rêbertî jixwere esas digirin, niha li gorî berê gelek guhertinên mezin di nava me de çêbûye.”

Kerîma Berhew jî diyar kir jin û zilam kombûne, pirtûkên Rêbertî guhdar dikin û got: “Em hem pirtûkên Rêbertî guhdar dikin, hem jî nîqaş dikin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û ji nava çar dîwaran derbikeve.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button