Êzidiyên Efrînê li pişt biryara Berxwedaniyê ne

Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê li dijî komployên li ser Şengalê piştgiriya xwe ji şêniyên me yên li Şingalê re nîşan da û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê li pêşiya navendên xwe yên li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî komployên li dijî gelê me yên ji aliyê artêşa Tirk, hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tên, daxuyaniyek da.

Hevserokê yekitiyê Mistefa Nebo daxuyanî bi zimanê erebî û endama yekitiyê Orîvan Menan bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Êzidiyên li dijî Şengalê gelek ferman pêk hatin û ya herî dijwar jî fermana ku DAIŞ`ê ya terorîst di 2014`an de pêk anîbû. Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê berpirsên vê fermanê ne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Tev van hemûyan hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê dûrî şer û qehremaniya ku li dijî DAIŞ`ê hate meşandin bûn, mîna ku ji wan re ne girîng be nêzîk dibûn. Li ser vê yekê dewleta Tirk ferman da wan ku ewlehî û jiyana aştiyane ya pêkhateyên li Şengalê têk bibe, ji lew re peymanek mohr kir û li dijî gelê Şengalê kompoyeke plan kirin.”

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê piştgiriya xwe ya ji gelê Şengalê re ragihand û bang li dewletên peywendîdar, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin, da ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne û hikumeta Iraqê bisekinîne ku Şengalê bi trajîdiyeke nû re rû bi rû nemîne.

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button