Şehîdên Parîsê li Şengalê hatin bîranîn 

Bi pêşengiya TAJÊ, endamên Meclîsa Gel a Şengalê, PADÊ û endamên desteya eşayîrî 3 jinên şoreşger hatin bîranîn. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî diyar kir ku bîranîna jinên şoreşger hêz tevlî hêza wan dike û got: "Şehîdên me rêya me ronî dikin û dihêlin ku em di rêya rast de bimeşin."

Şehîdên komkujiya Parîs’ê sê jinên şoreşger yên Kurd û yek ji damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansız (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di salvegera 11’emîn a şahedata xwede li Şengalê jî bi girseyî tên bîranîn.

Bi pêşengiya TAJÊ merasîmeke girseyî li Meclîsa Gel a Şengalê ji bo şehîdên Parîsê hate lidarxistin. Civîna bîranînê bi deqeyek rêzgirtin û pêxistina find ji aliyê jinan ve hate destpêkirin.

Paşê civîna ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî ve hate rêvebirin û têkildarî wateya rojê, kesayeta Sakîne Cansız û bandora wê li têkoşîna jinên Êzidî axivî.

‘Şehîd rêya rast nîşanê me didin’

Ferîde Şengalî diyar kir, bîranîna şehîdan timî hêz tevlî hêza wan dike û got: “Bîranîna şehîdan hêz dide me, rêya me ronî dikin û dihêlin ku em di rêyeke rast de bimeşin.”

‘Em ji saya xwîna ku şehîdan xwe rêxistin dikin’

Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi bandora têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurd û Rêber Apo ya li ser jinên Êzidî û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Niha li derdora me gelek wêneyên şehîdên me yên fermandar û şervan hene. Di rastiyê de hemû fermandên me ne. Em ji saya xwîna ku şehîd rijandine, îro xwe rêxistin dikin. Emê hedefa şehîdên xwe pêkbînin. Me cewhera jinên Êzidî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo keşif kir. Jinên Êzidî niha li ser vê bingehê karê xwe dimeşînin û bûne pêşeng.’

Îro jî wê saet 13.00’an komkujiya Parîsê li navenda Şengalê bi meşeke girseyî ya navendî were şermezar kirin û peyamên li dijî qetilkirina jinên pêşeng yên Tevgera Azadiya Jinan were dayîn.

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button