Cenazeyên karkerên li Şengalê hatibûn qetilkirin, hatin oxirkirin

5 karkerên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Şengalê hatibûn qetilkirin, ji bo bêne veşartin ber bi Reqa û Kobanê hatin şandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Kanûna 2023’yan de li ser herêma Kora Simoqya ya Şengalê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de 5 karkerên ji Rojava şehîd bûbûn.

Li gorî agahiyan cenazeyê karkeran duh derengiya şevê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şandin.

4 karkerên bi navê Remedan Hemadî, Hisên El Hisên, Ehmed Elî Elî û Munîr El Bekûr îro li goristana Til Beya ya li bajarê Reqayê hatin veşartin.

Herwiha wê cenazeyê şehîd Şahîn Elî jî li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê were veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button