Civîna Rêveberiya Xweser a Şengalê destpê kir  

Rêveberiya  Xweseriya Demikartîk a Şengalê bi minasebeta 8’mîn salvegera damezrandina Meclisa Xweser civiya, di civînê de hate diyarkirin ku ji bo tesfiyekirina rêveberiya Şengalê gelek komplo tên kirin, lê wê ji niha û şûn de jî têkoşîna ji bo Şengalek xweser û azad ji demê bihêztir be.

Di 14’ê Çileya 2015’an li Serdeşta Çiyayê Şengalê Meclisa Xweser a Şengalê hate damezrandin. Li ser avakirina Meclisê re 8 sal derbas bû. Bi minasebeta vê rojê Rêveberiya Xweser a Şengalê, civînek lidar xist. Civîna ku bi beşdariya tevahiya endamên Meclisê ji pêkhateyên Şengalê li komalgeha Duhla bi deqeyek rêzgirtinê despêkir.

Di destpêka civînê de Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Haşim Hecî axivî. Di serîde avakirina meclisê li tevahiya şehîdan pîroz kir û  got: “Bi ked û têkoşînekî mezin, îro em gihiştine vê rojê û 8 sal li ser avakirina rêveberiya xweser re derbas dibin. Ev dibe yekemîn civîna me a di sala nû de.  Di nava sala derbas bu de gelek berdêl me dan lê divê em têkoşîna xwe bi hêztir bikin.”

Piştre rapora desteya rêveber a Şengalê ji aliyê Hevserokê Desteyê Rîham Hesen ve hate xwendin.    Civîna Meclisê bi nirxandinên li ser kar û xebat dewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button