‘Parlamenterên PDK’ê artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişînin’

Rêveberê bajaroka Sinûnê ya girêdayî Şengalê Xwedêda Çûkê diyar kir ku wekî li hemberî dewletekî şer hebe artêşa Iraqê xwe li Şengalê bicih kiriye û got: “Hin parlamenter hene ku bi dengê Êzidiyan çûne parlemenê, ew dibêjin eger em venegerin Şengalê ewlehiya herêmê çênabe. Ew zextê li hikumeta Iraqê dikin û artêşa Iraqê bi ser me de dişînin.”

Li Şengalê liv û tevgera berfireh a artêşa Iraqê berdewam dike û gelê Şengalê ji vê rewşê ne razî ye. Herî dawî Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku ev liv û tevgera leşkerî zemîna provokasyonan ava dike ku li pey vê rewşê hikumeta Kazimî û PDK hene.

Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê jî wekî yek ji berpirsên îdarî, rewşa dawî ji ajansa me re nirxand û derbarê liv û tevgera leşkerî de nirxandinên girîng kirin.

Xwedêda Çûkê di destpêkê de balê kişand ser rola artêşê ya di nav dewletê de û got: “Artêş li hemû Iraqê li xeta sînor an jî li xetên sabit dimîne ne di nav gund û bajaran de. Hinek cihên siyasî hene, wekî Bexdayê li cihên wisa disekinin. Niha vê artêşê li Şengalê belav kirine û dibêjin hêzên ne yasayî hene li herêmê. Lê yên ku bûn sebeb ewqas tişt hatin serê me ew kes in ku van gotinan dibêjin.”

‘Parlamenterên PDK’ê zextê dikin û artêşê bi ser me de dişînin’

Xwedêda Çûkê bêyî ku nav bide balê kişand ser daxuyaniyên parlamenterên PDK’ê yên Şengalê jî û ev nirxandin kir: “Hin parlamenter hene, bi dengê Êzidiyan çûne parlamenê û hin ji wan ev çend roj in dibêjin li Şengalê ewlehî, aramî nîne. Dibêjin eger em venegerin Şengalê em nahêlin ewlehî û aramî li herêmê çêbibe. Ew zextê li hikumeta Iraqê dikin, ew artêşa Iraqê bi ser me de dişînin.”

‘Wekî li hemberî dewletekî şer hebe, artêş li herêmê bicih bûye’

Di nav çend rojên dawî de bi sedan wesayîtên zirxî û hejmareke zêde ya leşkeran sewqî Şengalê hatine kirin. Xwedêda Çûkê jî balê kişand ser vê tevgera zêde ya heyî û wiha axivî: “Wekî ku li hemberî dewletekî şer hebe artêş li hemû herêmê belav bûye. Şengal ji sedî 99 herêmên Iraqê xweştir û ewletir e.  Ev 4 roj in xortekî Êzidî li Bexdayê hatiye kuştin kes behs jî nake. Eger ev bûyer li vir çêbûya wê bigotana ev herêm xeter e.”

‘Kî ji bo Şengalê li ber xwe bide emê peykerê wî deynin’

Xwedêda Çûkê di nirxandinên xwe de mijarê anî ser peykerê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî jî û got: “Ev çend roj in peykerekî xortekî Êzidiyan (Ş.Zerdeşt ) ku di fermanê de li ber xwe daye di rojevê de ye, tiştekî gelek normal e ku peykerê wî li Şengalê were danîn. Kîjan Êzidî dibe bila bibe, eger li ber xwe dabe, şerê DAIŞ’ê kiribe em dikarin peykerê wî deynin. Lê ji Bexdayê ferman dan, zext li îdara herêma me kirin, artêş li Şengalê belav kirin û dibêjin em qebûl nakin ew peyker were danîn.”

Xwedêda Çûkê di dawiyê de bang li hemû Êzidiyan û bi taybet jî eşîran kir û got: “Rêza me ji artêşa Iraqê re heye, lê me navê artêş were li herêmê xwe bicih bike. Ez dengê xwe digihînim Êzidiyên me hemûyan. Eşayirî û rûspî dikarin mudaxilê vê rewşê bibin. Biçin ji artêşê re bêjin em vî tiştî li herêma xwe qebûl nakin. Niha li gelek herêmên Iraqê ji ber ku hikumet lawaz e, eşayir bi xwe radibe û pirsgirêkan çareser dike. Lê eşayirên me li beramberî vê rewşê mixabin bêdeng mane.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button