Bi sedan Şengaliyan bi merasîma leşkerî şehîdên xwe oxir kirin 

Şervanên YBŞ’ê Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş bi merasîmeke leşkerî û beşdariya xelkê Şengalê spartin axê. Ji fermandariya YBŞ’ê Qendîl Qîranî diyarkir ku ew ciwanên ku Şengal rizgar kirine di salvegera rizgarbûna Şengalê de bûne hedef û got: “Ev êrîş li ber nuqteya artêşa Iraqê, di bin çavdêriya wan de çêbûye.’’

Di 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de, şervanên YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketin. Îro cenazeyên her du şervanên YBŞ’ê piştî ku li malên wan merasîmên olî hatin kirin, bi karwaneke wesayîtan û bi beşdariya bi sedan welatiyên Şengalê anîn Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê. Cenazeyê her du şehîdan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ derbasî nav şehîdgehê hate kirin.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê tevî hemû sazî û dezgehên xwe ve li merasîmê amade bûn. Her wiha saziya malbatên şehîdan, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û bi sedan Şengalî ji bo şehîdên xwe oxir bikin beşdarî merasîmê bûn.

Di destpêka merasîmê de ji bo şervanên şehîd deqeyek rêz hate girtin û merasîma leşkerî pêk hat. Piştî merasîma leşkeri saziyên Şengalê peyamên xwe ji bo şehadeta şervanên YBŞ’ê gîhandin û her wiha helwesta xwe ya berxwedanê ya li hemberî êrîşan nişan dan.

‘Di Roja Rizgarkirina Şengalê de Hevalên Me Şehîd Ketin’

Di merasîma oxirkirina şehîdan de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Qendîl Qîranî axivî. Qendîl Qîranî di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser dijminatiya dewleta Tirk ya li dijî civaka Êzidî û got: ‘’Di salvegera rizgarkirina Şengalê de, di rojekî ew qas pîroz de ku civaka Êzidî li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekiniye û li ber xwe daye ev her du heval bûn hedefa dijmin. Lê çiqasî êrîş li ser me çêbin jî emê tu carî paş ve gav navêjin.’’

Qendîl Qîranî destnîşan kir ku her şervanekê YBŞ’ê ji bo civaka xwe fedayî ye û wiha berdewam kir: ‘’Her şervanek ku şehîd bikeve bi hezaran şopdarên wan hene. Hevalê Argeş û hevalê Berxwedan wekî ciwanên Êzidî di rojên tarî de ji dijmin re bûn bersiv. Her du heval ji ber vê bûn hedefa dijmin. Dema çeteyên DAIŞ’ê di fermana 2014’an de êrîşê Şengalê kir, hevalê Berxwedan yek ji wan hevalan bû ku bû bersiva dijmin. Heya keç û xortek YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê hebe, tu kes nikare bi me gav paş ve bide avêtin. Hevalên me ji bo Êzîdxaneke xweser û azad canê xwe dan. Wan soza xwe da û di vê xetê de berdewam kirin.’’

‘Êrîş di Bin Çavdêriya Artêşa Iraqê de Hate Kirin’

Ji fermandariya YBŞ’ê Qendîl Qîranî her wiha balê kişand ser cihê ku êrîş çêbûye û wiha berdewam kir: ‘’Ev êrîş li kêleka noqteyek artêşa Iraqê çêbû. Eger li cihekî wisa wesayîtên YBŞ’ê were bombekirin, dewleta Iraqê ji vê tiştê agahdare. Ev tişt di bin çavdêriya dewleta Iraqê de tê kirin. Hevalê Dîndar, hevalê Çiya li ber nuqteya artêşê de hedef hatin girtin îro ev heval jî li ber nuqteya artêşê de hedef hatin girtin. Bêgûman emê tola wan rakin.’’

‘Ji bo xewnên şehîdan emê gavên xwe xurtir bikin’

Pişt re li ser navê saziya malbatên şehîdan Hilwa Feqîr axivî û got: ‘’Îro şehîdên me dizanin ku ji bo çi têkoşînê dikin. Bila dijmin baş bizane, eger îro Argeşek şehîd ket, eger Berxwedanek şehîd ket wê bi hezaran Berxwedan û Argeş werin ser rûyê dinyayê. Heya dawiyê emê berxwedana xwe berdewam bikin û wê kes nikaribe bi lingên xwe yên qirêj gavê xwe bavêje ser axa Şengalê. Wê tu carî kes nikarine îradeya Êzidiyan bişkîne û Êzidiyan bitirsîne. Ji bo em xewn û xeyalê şehîdên pêk bînin emê gavên xwe xurtir bavêjin.’’

‘Êzîdxan bi Şehîdek Xilas Nabe’

Piştî peyamên fermandariya YBŞ’ê û saziya malbatên şehîdan, li ser navê malbata Şehîd Argeş, Xelef Sîncar axivî. Xelef Sîncar balê kişand ser xeta şehîdan û got: ‘’Wan erka xwe pêk anî û texsîr nekirin. 50 salan carekî di bin alekî de fermanek tê bi ser vê miletê. Hedefa wan a esasî ew e ku miletê me xilas bikin. Lê em bi şehîdan xilas nabin. Êzîdxan, bizirê mirovahiyê ye, bi şehîdek xilas nabe.

Piştî axaftinan cenazeyê her 2 şehîdan li şehîdgehê hatin veşartin.

ŞENGAL – ROJNEWS

Show More
Back to top button