Li Şengalê Şoreşger Menal Mêrdîn nefret bîranîn: Emê hesab bipirsin

Li Şengalê Şoreşger Menal Mêrdîn ku 2'ê Çileyê de li Tilezêr şehîd ketibû bi merasimekê hate bi bîranîn û bang li civaka Êzidî hate kirin daku cihê xayînan di nava xwede nehêlin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandibu ku 2’yê Çileyê de li nahiya Tilezêr a Şengalê di encama suîqestek bêbext a bi destê dewleta Tirk û PDK’ê pêkhat de şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn şehîd bû.

Xelkê Êzidî bi merasîmekê Şehîd Menal bi bîranîn û soza tolhildanê dan. Merasîm li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd berxwedan a li Çiyayê Şengalê pêk hat. Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê tevî serok eşîr sazî û rêxisitinên civakê amdebûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştre ji aliyê Dayîkên Şehîdan ve find hatin pêxistin û axaftin hatine kirin.

Di serîde li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal axivî û da diyarkirin ku lazime civaka Êzidî ji xwe bipirse ku çawa ev êriş pêk hatiye, Pakîze da zanîn ku divê Êzidî cihê xayînan di nava xwede nehêlin û bi zûtirîn dem kesên Heval Menal kirine hedef em derxin holê.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm jî di şexsê Şehîd Menal de tevahiya şehîdên tekoşîna Azadiyê bibîr anîn û da diyakirin ku ji ber Şehîd Menal dixwest êş û azarên bi ser gelê Êzidî hatine her wiha kesên bûna sedema Fermana 3’ê Tebaxê bi rêya nivîsên xwe bide naskirin, hatiya hedefgirtin. Heso var; “Emê bi van êrîşa dest ji tekoşîna xwe bernedin kesên ku van xizmetkarên civaka me dike hedef wê hesabê karên xwe ê qirêj bidin. Di van demên dawî de vegera gel ji bo Tilezêr çêbû lê dijminê xêrnexwaz ji bo rê liber vegere gelê me bigire ev êrîş pêk anîn.”

Ji Desteya Serokeşîrên Şengalê Şemo Xwedêda jî got: “Di van demên dawî de ji bo ku em şerê PDK’ û MÎT’ê vala derxin li Şengalê xebatek hate meşandin, lê niha PDK û dewleta Tirk dixwazin bi şêwazekî din karên xwe ê qirêj liser gelê me pêk bînin. Em bang li wan kesa dikin ê dibin hevakar ji dijmin re, hunê derkevin pêşiya gel û ev civak wê hesab ji we bixwaze. Kesên destê wan di şehadeta hevalên mede heye yek bi yek wê bên desteserkirin û ruyê wan ê reş wê ji herksekî re bê diyarkirin.”

Lisernavê TAJÊ’ê Wetha Reşo jî di serîde komkujiya li Parîsê bi bîr xist û da diyakirin ku herdû êrîş ji hev ne cudane û bi yek armancê hatinekirin. Wehat dibêje; “Lê ji bo gelê me kêmasiya herî mezine ku cihê xayînan di nava xwede vedikin. Ji bo ev êrîş dûbare nebin pêwîste gelê me rêxistina xwe mezin bikin û van pilana vala derxin.”

Merasîm bi Dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû. Pişte ji bo şehîd xêr nefret belavkirin

ROJNEWS

Show More
Back to top button