8.salvegera rizgarkirina Şengalê bi şahiyekê girseyî hate pîrozkirin 

Di 8’emîn salvegera rizgakirina navenda Şengalê de, Rêveberiya Xweser ya Şengalê şahiyeke girseyî lidar xist û di şahiyê de peyamên girîng hatin dayîn. Şengaliyan dan diyakirin ku eger îro li Şengalê yekitî, aştî, aramî û jiyan pêk hatiye, ew jî bi saya Rêber Apo ye.

Beriya 8 salan navenda Şengalê ji aliyê şervan û Gerîlayên Azadiyê ve hate rizgarkirin. Bi boneya vê rojê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê şahiyek hate lidarxistin û 8 saliya rizgakirina Şengalê hate pîrozkirin.

Şahî bi beşdariya bi sedan kesî li navenda Şengalê pêk hat. Di şahiyê de alên HPG, YJA Star, YPJ, YPG’ê û posterên Rêber Ocalan hatin berzkirin. Di şahiyê de li ser navê sazî û dezgehên Şengalê axaftin hatin kirin. Nûnerê saziyên Şengalê di peyamên xwe de îşaret bi rola Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di rizgakirine Şengalê û rêxistinkirina civaka Êzidî de kirin û dan diyakirin ku ev jiyana niha li Şengalê geş bûye, bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ye.

‘Kolanên Bajarê Me bi Xwîna Şehîdan Hatine Rizgarkirin’ 

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Berfê Elyas axivî û got: ”Salvegera rizgakirina Şengalê di serî  de li Rêber Apo, malbatên şehîdan û her kesekî li ber axa me de ked dayî pîroz dikim. Ev axa me bi xwîna bi dehan kesên wek Pîr Doxan, Berxwedan û Canfeda hatiya rizgakirin. Ez bang li tevahiya gelê me dikin li vê keda şehîda xwedî derkevin. Xwedî derketina li keda şehîda xwedî derketina li Rêbertiyê ye. Ev kolanên bajarê me, ne bi hêsanî hatine rizgakirin, belkû her cihekî hatibe rizgakirin li wir xwîn hatiye rijandin. Ji bo wê jî pêwîste gelê me vê ji bîr neke û rê nede ku dijmin planên xwe li ser axa me bide meşandin.”

‘Me ji Berxwedana Kobanê Hêz Girt’

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hesen jî da diyakirin ku berxwedana li Kobanê hişt li Şengalê hêz û moral ji wan re çêbibe û ew berxwedanî ji bo wan bû hêvî û wiha got; “Li ser wê hêviyê me li Şengalê jî li ber xwe da û axa me hate rizgakirin. DAIŞ’ê ku tu kesekê  li hember xwe nedigirt, di serî de li Şengalê bi saya berxwedaniya keç û xortên Êzidiyan û hevkariya Gerîlayên Azadiyê, şagirtên Rêber Apo şikestin.

‘Heta Niha Plan û Konseptên Qirêj li Ser Şengalê hene’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî destnîşan kir ku kombûna gelê me li vir ku şehîdên xwe bibîr tînin ev jî serkeftineke û got;  “Gerîlayên ku li Şengalê li hemberî çeteyan şer kirin, civaka me rêxistinkirin û berê xwe dan çiyayên azad. Niha gelek kes ji wan li şerê hember dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd ketine. Em wan şehîdan bibîrtînin. Wan gerîlayan ji bo mirovahiyê şer kirin û em ji qirkirinê rizgar kirin. Raste Şengal hatiye rizgarkirin lê heta niha planên aliyên siyasî li ser me tên meşandin. Hemû cihên ku DAIŞ’ê ew wêran kiribûn, hikûmetê dest bi avakirina wan deran kiriye lê ji bo avakirina Şengalê heta niha tu tiştek nehatiye kirin.”

Herwiha li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê Zerdeşt Şengalî axivî û Tevgera Azadiya civaka Kurdistanê jî bi peyamekê ev roj pîrozkirin.

‘YBŞ û YJŞ’ê Heta Dawiyê Dê Gelê Xwe Biparêzin’

Herî dawî li ser navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Xemgîn Şengalî  axivî û got : ”Eger yekitiyek li Şengalê pêk hatiye, jiyan li van waran vegeriyaye û civaka me bûye xwedî îrade ev bi saya Rêber Apo ye. Li ser vî esasî em 8’emîn salvegera rizgakirina Şengalê li tevahiya gelê xwe, şervan, gerîla û Rêber Apo pîroz dikin. Em wek YBŞ û YJŞ’ê ku di ber rizgakirine Şengalê de me gelek bedelên giran biha dan, em carekî din gelê xwe piştrast dikin ku wê tu hêz nikaribe îradeya gelê me tune bike. Her hêzeka bixwazibe dagirkeriyê li ser axa me pêk bîne ewê zarokên vê axê li hember xwe bibîne.

Piştî axaftina stranbêjê Berces Xelef, Koma Hêviyên Jiyanê ya Şano, Koma Strana Çiyayê Şengalê, herwiha ji bajarê Silêmaniyê jî Koma Şehîd Serhet derketin ser dikê û hûnerên xwe pêşkeş kirin. Heta saetên şevê govend hate gerandin.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button