TAJÊ bi nameyekê piştgiriya xwe ya bi jinên Efgan re anî ziman

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi nameyekî piştgiriya xwe a bi jinên Efganistanê re ragihandin. TAJÊ di nameya xwe de bal kişand ser êrişên li dijî jinan û gotin: “Li dijî êrîşên mêr em bi jinên Efganistanê re ne”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi nameyekî piştgiriya xwe ya bi jinên Efganistanê re anî ziman. TAJÊ di nameya xwe ya ji bo piştevaniya jinên Efganistanê bal kişand ser zextên ku jin li her derê pê re rû bi rû dimînin û gotin: “Li Şengal, Efganistan û cîhanê êşên me jinan yek in. Ji bo jiyanek bi edalet û azad xwe rêxistin kirin xwe parastin ji nan û avê girîngtir e.”

Nameya TAJÊ wiha ye:

Salvegera duyem a ku Talîban dest danî ser rêveberiya Efganistanê heya roja îro tekoşîn û berxwedana jinên Afgan li hemberî desthilatdarî û zilmê berdewam dike. Em wek jinên Êzîdî vê tekoşîna we gelek bi wate dibînin, pîroz dikin û silav dikin. Di 3’ meha 8 a 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka me ya Êzidî fermanek pêk anî. Qurbaniyên vê fermanê û hemû fermanên beriya vê, jin û zarok bûn. Yê ku rê li DAIŞ’ê vekir û bû sebebê civaka Êzidî fermanê jiyan bike û yên ku Afxanistan radestî Talîban kirin heman zihniyeta mêr a ku 5 hezar sale li ser mirovahiyê û bi  taybet li ser jinê serwer e.

‘Ev hemû encamê êrîşên zihniyeta mêr e’

Em dizanin ev du sal e li Efganistanê ji aliyê Talîban ve li ber çavê hemû cîhanê hemû rêbazê tundiyê li ser civakê bi taybetî li ser jinan tê meşandin. Jin rojan e rastî tacîz, tecawiz û destdirêjiyê tên, ji  jiyan û hemû mafên xwe yên bingehîn ê xwendin, kar kirin ji qada werzîşê û hwd de bê par tê hêlan. Pergala Talîban ya ku dijminê jin û civakê ye, jin xistiye nava zîndanê. Ev hemû encama êrîşên zihniyeta mêrê hegemon e ku di kesayeta jin de jiyanê dikûje. Ji ber vê yekê, li hemberî zihniyeta baviksalarî li ku derê dibe bila bibe em dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ev dirûşma efsûnî li cîhanê mohra xwe li sedsala 21’an da.

‘Xwe rêxistin kirin, xwe parastin ji nan û avê girîngtir e’

Em jin li Şengal, Efganistan û cîhanê êşên me yek in, me wek jinên Êzidî xwe ji xweliya xwe ava kir. Bêguman xwe ava kirin bi zehmetî û kedek mezin çêdibe. Ji bo jiyanek bi edalet û azad xwe rêxistin kirin, xwe parastin ji nan û avê girîngtir e. Em çiqas azad bibin ewqas em hene, ewqas em dibin xwedî îrade. Her wiha xwe rêxistin kirin û xwe parastin bingeha têkbirina pergala koletiyê û di heman demê de mifta serkeftinê ye. Di dawî de em carek din wek jinên Êzidî, Tevgera azadiya jinên Êzidî tekoşîna jinên Efgan li beramberî  bê edaletiyê, ji bo avakirina jiyanek wekhev, em silav û pîroz dikin û piştgiriya xwe a bi wan re nîşan didin û dibêjin; ‘Li dijî êrîşên mêr yên hegemon, em bi jinên Efgan re ne.’

‘Bijî berxwedana jinan’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button