Vegera ji bo Şengalê di dome: 145 koçber vegeriyan

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand îro bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Dihok û Ninowayê 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 bi daxwaza xwe vegeriyan Şengalê.

Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand, di çarçoveya bernameya hikûmet û wezareta wan a ji bo bi dawîkirina dosya koçberan, îro 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 ya girêdayî Zaxo bi daxwaza xwe vegeriyan Şengal û derdora wê.

Di daxuyaniyê de hat gotin koçberên ku vedigerin pêdawîstiyên sereke jêre tên peydakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button