Mam Zekî li Şengalê tê bibîranîn  

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) di 3’yemîn salvegera şehdeta xwe de li Çiyayê Şengalê bi merasîmek girseyî tê bibîranîn.

 

Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji  merasîma bîranîna  qurbaniyên komkujiya Gundê Koçê yê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatibû, vedigeriya Şengalê, li Geliyê Şilo bibû hedefa balefirên dewleta Tirk a dagirker û şehîd bû.

Mam Zekî Şengalî ku her sal di salvegera şehadeta xwe de li gelek deveran tê bibîranîn, îsal jî di 3’yemîn salvegera şehadetê de li Şengalê tê bibîranîn.

Merasîma bîranînê li ber gora Mam Zekî ya li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê tê lidarxistin.

Di çarçoveya bernameyê de destpêkê hêzên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê merasîmek leşkerî lidar xist. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê  Arif Şengalî axivî.

Arif Şengalî di destpêka axaftina xwe de Mam Zekî Şengalî bibîr anî û got: “Mam Zekî bi dilsozî berê xwe da gundê Koço da ku di nava civaka xwe de bibe hevparê êşa şehîdên Koço. Lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin.  Mam Zekî ji bo civaka Êzidî gelek girîng bû. Em wî tenê wek kesekî nabînin, ji ber ku Mam ji bo me dibistan bû, îro bi hezaran şervan û şagirtinên Mam Zekî  hene û li ser şopa wî têdikoşin. Mam Zekî kesekî pêşeng bû, şev û rojên xwe ji bo vê civakê kiribûn yek. Ji ber vê keda wî Mam Zekî hat hedefgirtin. Mam Zekî di çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan ên sereke yên wekî parastin û xwerêvebirinê de xwedî rol û mîsyonek bi wate bû. Lewma dijim bi hedefgirtina Mam Zekî re  dixwest civaka Êzidî bê hêzên parastin û tifaq bihêle. Mam Zekî herdem ji bo yekîtî û tifaqê kar dikir. Dewleta Tirk a dagirker xwest 15’ê Tebaxê roja cejina vejînê di bin siya komkujiya Koço û şedeta Mam Zekî de bihêlê. 15’ê Tebaxê li hemberî faşîzma dewleta Tirk qîrîna berxwedana gelekî bû. Ji niha û şûnde jî emê bi ruhê 15’ê Tebaxê, Mam Zekî û Mahiran bibîr bînin, tola şehîdan hilînin.

Ew kesên difikirin ku ev civak  a beriya  2014’an e û  ewê karibin civaka me ji bo berjewnediyên xwe bikarî bînin, bila zanibin ku hesabên wan şaş in. Bila herkes zanibe emê dest ji vê dozê bernedin.

Banga me ji hin kesên ku xwe wekî Êzidî  binav dikin re hey: Bila  bi  zimanê xwe yê qirêj  behsa hêzên me nekin. berxwedaniya ku me ji bo civaka xwe daya wekî nerewa binav dikin. Bila ew kes baş zanibin ja eger ji vê rêya şaş venegerin wê civak hesabê ji wan bixwaze. Em wek YBŞ û YJŞ’ê  rewatiya xwe ji gelê xwe digirin. Ji bo parastina civaka xwe emê heya dawî li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê şervanan gorên şehîdan ziyaret kirin.

Merasîm bi axaftinan dewam dike. Di merasimê de wê li ser navê sazî û rêxistinên civaka Êzidî axaftin bên kirin û herî dawî li ser jiyana Mam Zekî Şengalî sînevîzyonek bê pêşandan.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ ROJNEWS

Show More
Back to top button