Faris Herbo behsa hevdîtinên li Bexdayê kir

Berpirsê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo li ser lihevkirina Hewlêr û Bexda ya li ser Şengalê, berxwedana xelkê me ya li dijî lihevkirinê û serdana şandeya Şengalê ya ji bo Bexdayê axivî

Faris Herbo destpêkê balkêşa ser rewşa niha Iraqê û da zanîn ku Iraq di warê siyasî, aborî û ewlekariyê de, di rewşek zehmet re derbas dibe. Herbo got ku rewşa heyî her ku diçe metirsîdartir dibe û da zanîn ku aliyên derdor vê lewaziya Iraqê ji xwere bikartînin.

Berpirsê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo da zanîn ku agahiya ti aliyek siyasî yên di nava parlamentoya Iraqê de, ji lihevkirina li ser Şengalê nîne û wiha pêde çu; “Tenê Serokwezîrê Iraqê bi PDK’ê re lihevkiriye, xelkê Şengalê wê peymanên bê îradeya xwe qebûl neke. Berxwedana xelkê Şengalê sekna herî mezin a hemberî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê deye.”

Faris Herbo di dewama axaftina xwe de behsa serdana şandeya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê a ji bo Bexdayê kir û wiha got; “Me bi gelek aliyan re hevdîtin pêkanî û daxwazên xelkê Şengalê ji bo wan ragihand. Pêşwaziyek baş li daxwazên me hate kirin, lê ya girîng berxwedan û têkoşîna gelê meye. Ti aliyek siyasî nikare biryarder be, lê hevdîtinên me li ser bingehê têkiliyên bi derdor re bûn. Em dixwazin bi her kesê re danûstandina me hebe û ev jî di berjewendiya gelê me de bin. Me ji hemû aliyan re ragihand ku çi peymana bê nêrîn û îradeya xelkê Şengalê were îmzekirin, wê bi ti awayekî ji aliyê xelkê Şengalê ve neyê qebûl kirin.”

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk Faris Herbo destnîşankir ku di hevdîtinên wan yên bin aliyên siyasî re derket holê ku, agahiya aliyên di nava parlamentoya Iraqê de, ji vê lihevkirina li ser Şengalê çênebûye.

Faris Herbo got; “Hate dîtin ku ne tenê nêrîna xelkê Şengalê nehatiye girtin, nêrîna tu aliyek di nava parlamentoya Iraqê de li ser lihevkirina ser Şengalê nehatiye girtin. Tenê meclisa serokwezîrê Iraqê Kazimî bi PDK’ê re lihevkirinek çêbûye. Berxwedana xelkê Şengalê ya hemberî lihevkirinê, sekna herî mezine. Heya ku ev lihevkirin bê betalkirin, emê wek xelkê Êzidî di nava berxwedanê de bin.”

Faris Herbo di dewama axaftina xwe de balkêşa ser gefa êrişên dewleta Tirk ya li ser Şengalê jî û wiha got; “Me di hevdîtinên xwe de daxwaz ji Iraqê kiriye da ku asîmanê Iraqê li ber balafirên dewleta Tirk were qedexe kirin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ne tenê Şengale, dixwaze bi hêceta Şengalê Musil, Kerkûk û Mexmûrê jî dagir bike. Ji ber ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe yên DAIŞ’ê re nekarîn bigihin armanca xwe, vê carê dixwaze bixwe bikeve nava liv û tevgerê. Bi bahaneya Şengalê dixwaze li Iraqê bigihe armanca xwe.”

Faris Hebo herî dawî bang li Iraqê kir û got; “Divê Hikumeta Iraqê sînorek ji gef û êrişên dewleta Tirk re dane. Ji bilî Şengalê Tirkiye niha êrişî Iraqê dike, qutkirina ava Dîcle û Firatê êrişek din a berçave. Pêwîste Iraq li hember van bêrêziyên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.”

ÇAVKANÎ; ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button