TAJÊ, wê li Silêmaniyê bi boneya fermana 74’an konferansek lidarbixe

Tevgera azadiya jinên Êzidî TAJÊ bi boneya salvegera 9’emîn a fermana 74’an wê di 12’ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansek bi beşdariya sazî, rêxistinên jinan ên ji pêkhate û baweriyên li Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

Tevgera azadiya jinên Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 12 Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê konferansa pêkhate û baweriyên cuda yên jinan bi dirûşma ‘Têkoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bidawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergalek demokratîk e’ li dar bixin.

Daxuyaniya TAJÊ ya der barê lidarxistina konferansê de wiha ye;    

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên 74 fermanan bi bîr anî û wiha got; “Fermana di 3.8.2014’an de li ser civaka me pêk hat ket sala 10’emîn. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di serî de şehîdên 74  fermanan bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

‘Armanc bi fermana 74’an tunekirina civaka Êzidî bû’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser armanca fermanê û wiha hat gotin: “Fermana 74’an a bi destên çeteyên DAIŞ’ê  û hevkarên wê li ser civaka me pêk hat, di şexsê jinên Êzidî de tevahî civaka me ya Êzidî hat hedefgirtin. Di encama vê fermanê de bi hezaran jin zarok û kesên me hatin qetilkirin, heya niha bi hezaran jin û zarok di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Her wiha 14’ê meha Tebaxê de salvegera komkojiya Tilizêr û  Siba Şêx Xidir e,  di wê komkujiyê de bi sedan mirovên  me şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.”

‘Konferans pêngaveke ber bi avakirina pergala demokratîk e’

Tevgera azadiya jinên Êzidî li ser girîngiya lidarxistina konferansê û dirûşma wê wiha dibêje; “Bi boneya salvegera fermana 2014-2007’an konferansa jinên pêkhate û baweriyan, bi dirûşma tekoşîna hevbeş a jinên pêkhate û bawariyên cuda misogeriya bi dawîanîna komkujiyan, pêngaveke ber bi avakirina pergaleke demokratîk e. 12 Tebaxê sibê li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya rêxistinên jinan, pêkhate û bawariyên heyî tê lidardixin.

“Heta misogeriya azadiyê em ê têkoşînê bimeşînin”

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de biryardariya xwe ya têkoşînê bi van gotinan anî ziman; “Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkoşîna tolhildanê yê 74 fermanan e, li ser vî esesî bi îdia û armanca  rizgarkirina hemû jinên Êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê û hesabpirsînê. Her wiha ji bo xwedîderketina li hebûna xwe pêşî li fermanan  girtin,  heya dawî em ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin, berxwedana xwe bilindtir bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button