Jinên ciwanên Şengalê bi civînekê dest bi çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê kirin

Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî bi civînekê dest bi xebatên xwe yên di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de kirin û dê xebatên wan hefteyekê bidome.

Şengal – Ji semîneran heta pêşbaziyên werezîşê dê çalakiyên jinên Şengalê bi awayek cihêreng dewam bike û roja dawî 25’ê Mijdarê jî dê bi meşek girseyî dawî bikin. Jinên Şengalê jî bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li hemberî Tundiyê diyar kirin. Duh di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de Yekitiya jinên Ciwan yên Êzidî li komelgeha Dohla civinek li darxsitin. Di civînê de li Şengal û giştî cihanê zextên li ser jinê hate nirxandin. Civîn ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî ve hate birêvebirin.

Suham Şengalî di dirxandinên xwe de bal kişand ser sedema tundiya li ser jinê tê meşandin û wiha dom kir: “Zêhiniyeta zilamsalarî di civakê de kiriye ku jin bê çewisandin û bê kêr bê dîtin. Civak ku ji du cinsan ava dibe bi hezaran sale ku cinsek buye xizmetkarê cinsê din. Zexta li ser jinê netenê fizikiye di heman demê de deruniye jî. Li tevahî cihanê jin rastî zextên cur be cur tên. Pirskirêkên civakê yên ku mêr sedeme di her aliyê jiyanê de jin dibe qurbanê bûyerên weke zewaca temenê biçuk, lêdan, destdirêjî, pir zewacî, berdel, kûştin û xwekûştinê. Ev mijar tev tev din ava ciwanan de tê jiyîn. Civaka Êzidî yek ji wan civakane ku jin di navê de xwedî cihek giring û pîroze lê di roja îro de em dibinin ku ev yek her ku diçe kêm dibe. Fermanan li ser civaka me deroniyek pir cuda daye avakirin. Dema perwerde û rênişaniyên rast çênebe keçên ciwan ber bi rêyên şaş ve diçin. Divê weke jinên ciwan em sedema xwekuştinan lêbikolin bikin û têkoşîna wê bidin. Zewaca temenê biçuk jî piskirêkek mezin a dinava civaka me de ye divê em rê li van mijaran bigirin. Di Şengalê de zilam jinê ayidê xwe dibine ji bo wê heqê xwe dibine ku hertiştî li serê jinê bike. Jin ne malê kesê ye jin ayîdê xwe ye ne ya kesekê ye.”

 “Sedema xwekuştina jinan mêre”

Suham Şengalî bi van gotinan qala xwekuştina jinên ciwan jî kir û got: “Di civaka me de gelek keç hene ku xwe dikujin li cihê her kes bikeve tevgerê û sedemên wê bi kole her wiha ji bo pêşiya buyerên wiha were girtin keseke ked nade li cihê wê dibêjin ‘ji pisî xwe kuştine’ ev jî pajverutiyeke dine di encam de em tev dizanin sedem an babe yan, biraye yan, mêre yan, hevalê wê ye yanî sedem mêre. Ji bo em weke jin dawî li van nirxandinên paşveru bînin divê em ciwanên xwe jî perwerde bikin, divê em kar û xebatên cuda cuda bidin meşadin. Rêxistinbuna jinan dikare pêşiya van pirskirêkan bigire. Divê jinên ciwan enerjiya xwe rast birêxistin bikin û ji bo pêşkeftina civakê erk bidin ser milê xwe. Jin bi perwerdê dikare di civakê de pivanan bide avakirin û rêxistinbunê çêbike. Dema me ev kir emê bibin yek û emê pêşî li şidet û zexta zilamê desthilatdar bigirin.”

“Mêr ji hêza jinê ditirsin”

Ciwana bi navê Emîra Sebrî jî da zanîn ku mêr ji hêza jinê ditirsin û wiha pêde çû: “Li her devera cîhanê jin rastî tundutijiyê tê, em her bi agahiyên kuştin an xwe kuştina jinê dest bi roja xwe dikin ev yek deruniya me tevan bandor dike. Di civakê de zext li ser jinê zêdeye, ji jinê re hertiştî qedexe dikin. Di nava civaka me Êzidiyan de xwekuştina jinan heye. Em weke jinên ciwan dixazin ji hevalên xwe re bibin arîkar bila werin ba me û em bi hev re piskirêkên wan çareser bikin. Divê neçin rêyên xwe kuştinên, divê ew jî werin em bi hev re li bermberî paşverutiyan têkoşin bikin û jiyanek azad ava bikin.”

“Em jinên ciwan li hemberî hişmendiya mêrê serdest radiwestin”

Ciwana bi navê Edîba Ferhan jî got: “Yekane rêya pêşîgirtina tundutijiyê xwendina fikre Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Divê zilam tev fikra Rêber Apo bixwînin û xwe perwerde bikin. Di nava civaka me de jî paşverutiyên mezin hene, jinê dikin nava çar dîwaran û dibêjin divê jin tevahî daxazên mêr pêkbînin lê jin bi hêze yek buna xwe avakiriye divê koletiyê nepejirîne. Em weke jin emê heya dawî li dijî vê aqilyetê derkevin”

JINHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button