Xelkê Mêdîban a Şengalê, banga xurkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan kirin

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Meclisa Gel ya Mêdibanê, Yekitiya Ciwanên Ereb û Hêzên Parastina Herêmê yên li sînorê Şengalê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

Meclisa Gel ya Mêdibanê, Yekitiya Ciwanên Ereb û Hêzên Parastina Herêmê yên li sînorê Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurdistanê re çareseriya siyasî’ de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku beriya çend rojan hinek erdhej li nêzîkî Girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê tê girtin pêkhat û vê yekê jî fikar û gumanên gel yên di derbarê tenduristiya Rêber Ocalan de zêde kir.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em daxwaza demildest azadiya Rêber Ocalan û zextên derûnî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Ocalan ferz dikin bi dawî bibe. Em weke hêzên YJŞ, Tevgera Ciwanan û Meclîsa Jinê ya Şengalê daxwaza zelalkirin û diyarkirina rewşa Rêber Ocalan dikin. Em tenê daxwaza diyarkirina rewşa tenduristiyê nakin, em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin ku heta digihijin vê daxwazê jî çalakiyên me wê berdewam bin.

Yek ji ciwanên ku beşdarî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bûyî ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Beriya çend rojan hinek erdhej nêzî cihê Rêber Ocalan lê tê girtin çêbûn. Lê heta niha ti agahiyek li ser tenduristiya Rêber Ocalan nayê zanîn. Em dixwazin agahiyek bigirin û rewşa Rêber Ocalan bizanin. Gelê Kurd ji ber siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji mafên xwe bêpar mane. Her wiha dewleta Tirk dixwaze tevilheviyê li Iraq û herêmê derbixîne. Her kes dikare xwe bi xwe rêve bibe, nabe dewletek din were û bi rêve bibe. Têkoşîna me ya li ser fikir û rêbaza Rêber Ocalan wê berdewam be.”

Ciwanek din ku beşdarî pêngavê bûye diyar kir ku kombûna wan a li vir ne tenê ji bo xwendina daxuyaniyekê ye, ji bo agahî girtina ji rewşa Rêber Ocalane.

Her wiha destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker ji ya xwe deyne, ger na heta dawî çalakî û xwepêşandanên me wê berdewam bin.

07/12/2023 -ŞENGAL-

Show More
Back to top button