Hevseroka PADÊ: Êşa Fermanê bû hêz û îrade ji bo jina Êzidî 

Hevseroka Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman diyakir ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de herî zêde jina Êzidî êş kişand, lê ev êş bû hêz û îrade ji bo jina Êzidî.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, jina Êzidî hedefa çeteyan a sereke bû. Bi dagirkirina Şengalê re, dest bi qetilkirinê kirin û bi hezaran jin revandin. Ev ne cara yekemîne belkû di dîrokê de herdem jina Êzidî buye hedefa dagirkeran û xwestine di şexsê jinê de civakê bê îrade bikin. Di hemû fermanên li ser Êzdiyan jin buye qurabanî. Lê di heman demê de jinên Êzidî bi tu awayî ji qada têkoşînê xwe bê par nekiriye û liber xwe dane.  Di dema  êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ku  zêdetirî 3 hezar û 500 jinên Êzidî hatine revandin, lê dîsan jî jinên Êzidî herikîn qadên têkoşînê. Taybet bi geşedana pergala Neteweya Demokratîk ya li Şengalê re jinên Êzidî , ji qada parastin, aborî, siyasî, dîplomasî heya Çand û Huner cihê xwe di rêvebirina pergala herêmê de girtin.

‘Xwestin di şexsê jinê de civakê bê îrade bikin’

Hevseroka PADÊ’ê Zehra Silêman rêxstinbûna jinên Êzidî ji dema fermanê heya niha şirove dike û dibêje ku her kes dizane di dema çeteyên DAIŞ’ê de êrîş birin ser Şengalê, beriya her tiştekî dest avêtin jina Êzidî. Bi vê yekê xwesetin di şexsê jinê de civakê bê îrade bikin.

Zehra Silêman got: “Beriya fermanê jî jinên Êzidî di gelek qadan de kar û xebat didan meşandin, lê ne li ser fikrekî ku karibin bi hebûna jinê biparêze kar dikirin. Karê ku bi jinên Êzidî dihate kirin jî nedibû sedema parastina jinê. Piştî fermanê jinên Êzidî ku rastî zordariyê hatin, karibûn li ser fikrekî azad ku hebûna jinê têde tê esasgirtin xwe rêxistin bikin. Gava yekemîn a jinên Êzidî avêtibû, parastin bû û liser vî esasî YJŞ’ê ji bo tolhildana tevahiya jinên Êzidî  ku rastî zilmê hatine û ketine destê çeteyan de hate avakirin.”

‘Jina Êzidî bi îradeya xwe dengê xwe gihand cîhanê’

Zehra Silêman da diyakirin ku jinên Êzidî bi îradeya xwe dengê xwe gihandina cîhanê û got: “Çiqasî ev êrîşa çeteyên DAIŞ’ê  yek ji armancên wê qirkirina jinê bû lê jinên Êzidî ev êrîş li ser xwe qebûlnekirin û ew armanca ku dijmin dixweset pêk bîne, bi îradeyek bihêz hate vale derxstin.

Niha li hemû qadên rêxistinî de jin cihê xwe digire, di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, çandî û her wiha ji bilî karên giştî bi awayekî xweser saziyên jin hatine avakirin û xizmeta  jinan dikin. Dema ku êrîş liser herêmê pêk bên jina Êzidî yekem dijî êrişan derdikeve. Di aliyê çareserkirina piskirêkên civakê de jî bi heman awaye.”

‘Îradeya jinê ji her tiştî bihêztire’

Hevseroka PADÊ’ê tekezkir ku eger jin li kuderê be karibe xwe liser vî esasî rêxistin bike, ewê tu kes nikaribe êrişî ser jinê bike wiha domand: “Ev rêxistinbûna jinên Êzidî em dizanin ne bi dilê dijmine, ji ber ku îradeya jin her tiştekî mezintire. Dema jin bû xwedî îrade ne bi siyasetê û ne jî bi êrîşan tu kes nikare li hemberî vîna jinê rabe. Piştî ku îradeya jinên Êzidî derket pêş, niha jî jinên Êzidî rastî êrîşên cûda tên. Gelek kes hene ku ji bo hin aliyên derekî kar dikin û dixwazin ku şoreşa jinê teşîr bikin. Di aliyê ragihandinê de li dijî îradeya jinê derdikevin. Lê peyama me ji wan kesan re yên ku li dijî hebûna jinê derdikevin re, em jin dizanin ku em çi dikin û ji bo çi kar dikin, ne şerê taybet û ne jî bi gef û zextê emê gav paşde navêjin.

‘Banga rêxistinbûna jinê’

Di dawiya axaftian xwede hevseroka PADÊ’ê Zehra Silêman bang li jinan kir ku rêxistina xwe xurtbikin û got: “Divê em li bendê nemînin ku tu kes rê ji jinê re veke heya karibe xwe rêxistin bike. Jin lazime bi xwe liber xwe bide bibe xwedî îrade û xwe biparêze. Parastina jinê bi destê tu kesekî nayê kirin tenê jin dikare bi rêxistinbûna xwe rêliber ferman û êrîşan bigre.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL ROJEWS

Show More
Back to top button