‘Êdî hêza jina Şengalê tê dîtin’

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê gotin îro bi berxwedan û tekoşîna li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan re êdî hêza jinên Şengalê tê dîtin

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji Rojnews re axivîn û bibîr xistin ku beriya fermana 3’yê tebaxa 2014’an 8’ê Adarê li Şengalê nedihat pîrozkirin û gotin jin wekî hêzek jî nedihat dîtin, lê belê îro bi berxwedan û tekoşîna li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan re êdî hêza jinên Şengalê tê dîtin.

Şervanên YJŞ Nûda Bêrîvan, Mîtra Ararat û Çîçek Çiya derbarê 8′ ê Adarê de hestên xwe ji ajansê re parve kir.

Şervana bi navê Nûda Bêrîvan wiha got: “Di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cihanê pîroz dikim. 8’ê Adarê ji bo me rojeke pir girîng e. Beriya fermanê 8’ê Adarê li Şingalê nedihat pîrozkirin. Me wek jinan bi derketina Rêber Apo re xwe û îradeya xwe nas kir. Weke jinên Êzidî beriya fermanê xwe naskirin, îradeya xwe dîtin, xwe rêvebirin li holê nebû. Piştî fermanê bi avabûna YJŞ û meclîsa TAJÊ re, ev naskirin pêk hat. Li hemberî pergala desthilatdariya zilam sekinandin keyfxweşî dide ava kirin. 8’ê Adarê kombûyîna jinan di qadan de  yêkbuyînê  de nîşan dide. Heta ku jin xwe birê ve nebe, ti kes ji bo jinê tiştek nake. Li beramberî ewqas tecawîz, kûştin, qirkirinan bêdengiyek mezin heye. Em wek jin ti carî desthilatdariya li ser jinê tê ferzkirin qebûl nakin.”

Şervana bi navê Çîçek Çiya jî wiha axivî: “Beriya fermanê 8’ê Adarê nedihat pîrozkirin. Jin tine dihat hesibandin, di malê de hatibû girtin, li ser wê feraseta namûs dihat ferzkirin. Piştî fermanê bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo jinan rastiya xwe nas kir. Jinan meclîsên xwe çêkirin, di asta fermandariyê de wekî Şehîd Berivan, Ş. Arîn cihê xwe girtin, bi fikir û felsefeya Serokatiyê cihê xwe girtin. Em ji her milê de xwe perwerde dikin da ku hîn zêdetir mezin bibin. Berê dema navê jin di civakê de dihat gotin, weke kole dihat hesibandin. Lê niha jin tê bihîstin, wek wêrektî tê dîtin. Di asta azadiyê de rolek mezin a jinê heye. Têkoşîna jinên Êzidî pêşiya fermanan girt û em nahêlin civaka me tûne bibe. Em nehêlin ku navê me di pelên dîrokê de were tûnekirin.”

Şervana bi navê Mîtra Ararat jî wiha dibêje: “8’ ê Adarê ji bo me rojeke pir pîroz û bi wate ye. Di şexsê Rêber Apo de îro jin êdî xwe birêve dibe, îradeya xwe derdixîne holê. Dema YJŞ hat avakirin, destpêkê tevlîbûna jinan kêm bû, ji ber ku ji bo jinan çek rakirin wekî tiştekî şerm dihat dîtin. Ji bo jinan tenê di malê de mayîn û bi karê mal re mijûlbûyîn dihate ferz kirin. Lê îro şerkirina jinê pir bi watedar tê dîtin. Her ku diçe jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo zêdetir xwe digûherîne û fikra xwe nû dike. Ger ku fikir û felsefeya Rêber Apo nebûya, naskirina jin, derxistina hêza jinê çênedibû. Kombûyîna jinan û ev roj pîrozkirin kelecanek û moralek pir mezin e.”

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button