‘Bi Şengalê re mijûl dibin’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok got ku Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên xwe danîne aliyekê û bi Şengalê re mijûl dibin û wiha pêde çu: “Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzidiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye?

Ok wiha dewam kir; “Eger rêveberiya heyî ya Şengalê xwe rêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraq çi ji dest bidin? Yan jî ji bo PDK’ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye?”
Ok beşdarî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bûbu. Ok bal kişand li ser gef û planên li ser Şengalê
û got, “Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzidiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye? Eger rêveberiya heyî ya Şengalê xwerêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraq çi ji dest bidin? Ya jî ji bo PDK’ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye? Ya jî ji bo Iraqê çi metirsiya xwe heye? Bi hezaran mirov di komkujiyê re derbas bûn, zilm dîtin û ev komkujî, qirkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî hate qebûlkirin. Gelo civakeke bi vî rengî wê çi zerara xwe ji wan re hebe? Hîn jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatine revandin an jî kolekirin. Eger ez bim, bi navê civaka Êzidî ez ê vê yekê ji hikumeta Iraqê bipirsim. Eger hûn xwe weke dewletê dibînin biçin bi hezaran jin û zarokên hatine revandin bibînin. Ez dipirsim; ey Heyder Şeşo dema ku êriş li ser Şengalê bû te çi berdêl da? Hîn jî bi hezaran jin û zarok winda ne. Biçe wan bibîne. Heman tişt ji bo PDK’ê jî derbas dibe. Van rastiyan hemûyan datînin aliyekî. Dixwazin dîroka Şengalê, bûyerên li wir qewimîne bidin jibîrkirin. Dema ku êriş li ser Şengalê bû ku vê yekê weke Fermana 73’yan pênase dikin, Bexdayê çi kir, PDK’ê çi kir? Ji bo hêzên pêşmergeyan ez naxwazim tiştekî bêjim. Ji ber ku bi fermana PDK’ê hêzên pêşmerge neçar man xwe vekişînin. Kesî tiştek nekir. Gelo çi bû, çima ewqasî diaxivin û daxuyaniyên provokatîf didin. Bi van gotin û daxuyaniyan çi dikeve destê we? Civaka Êzidî ji xwe têra xwe zilm dîtiye. Niha hewl didin hêdî hêdî li xaka xwe vegerin û birînên xwe biçêpin. Yekane tişta ku dixwazin ew e ku bi rengekî azad li xaka xwe bijîn. Ev daxwaz ne ji bo PDK’ê ne jî ji bo Iraqê metirsîdar e.”
‘BİLA PDK Û HİKUMETA IRAQÊ BES CİVAKA ÊZİDÎ TEHRÎK BİKE’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku bila Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê bes civaka Êzidî tehrîk bike û wiha domand: “Di vir de lîstikek û neheqî heye. Beriya her tiştî bila Heyder Şeşo bêje; çend zarok rizgar kirin, çend jin ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Heman pirs ji bo PDK’ê jî ji bo rêveberiya Bexdayê jî derbas dibe. Bila destpêkê hesab bidin civaka Êzidî, dîrokê û mirovahiyê. Ev hemû ji bîr kirine. Tevî ku gelek pirsgirêkên wan hene ku nikarin ji nav derkevin, yekane rojeva wan Şengal e. Ev neheqî ye. Divê ev yek bê gotin. Her wiha ev yek planeke dewleta Tirk e. Encama zext û gefên dewleta Tirk e. Yanî bila dewleta Iraqê nebêje ‘Dewleta Tirk zextê dike’. Hûn jî dewletek in, îrade û serweriya we jî heye. Yanî eger rojekê bikevin Bexdayê hûn ê heman tiştî bêjin? Tişta ku hûn divê bêjin wiha ye, ‘Ti mafekî we nîne’. Yanî bi gotina dewleta Tirk ji xwe re hincetan peyda nekin. Wê demê ne cidiyeta we ya dewletê ne jî serweriya we dimîne. Heman tişt ji bo rêveberiya PDK’ê jî derbas dibe. Her devera Başûrê Kurdistanê ji xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Mîna ku ev têrê nake, gelo dixwazin Şengalê jî dagir bike? Armanc ji daxuyaniyên provokatîf û tehrîkkirinê çi ye? Ev hemû şaşitî ne. Bêguman civaka me ya Êzidî li ber xwe dide. Civaka Êzidî di bin êrişên DAIŞ’ê de jî çiyayê Şengalê neterikand. Lewma îradeya derbasdar îradeya wan e. Bêguman ên ku çûne em wan fêhm dikin. Hinek ji bêçaretî û ji tirsê neçar man biterikînin. Lê belê yên ku li wir man û li ber xwe dan, berdêl dan gelekî girîng e. Niha ew dibêjin ku dixwazin bi rengekî azad bijîn. Dibêjin ku ew hem dewleta Iraqê hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê nas dikin. Di vir de dikarin di çarçoveya hiqûqeke rast de li hev bikin.”
Sebrî Ok wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo îdîayeke Şengalê ya ji bo têkbirina Bexdayê yan jî Başûrê Kurdistanê heye? Wê demê pirsgirêk çi ye? Timî bi zextên dewleta Tirk hûn ê heta ku biçin? Dewleta Tirk ji xwe bi têra xwe Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Gelo tiştek di destê PDK’ê de maye ku li derveyî îradeya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bêje? Heyf e, guneh e. Vê nekin. Ne tehrîk bikin ne jî bi hincetan vê nêzîkatiya xwe rewa nekin. Hûn jî ew rêveberî ne ku serweriya we heye. Bila helwesteke we, gotineke we jî hebe. Birînên civaka Êzidî taze ne. Hîn jî bi hezaran ji wan winda ne. Li gel van hemûyan dixwazin êşên cuda bi wan bidn kişandin. Bêguman civak vê yekê qebûl nake. Divê hurmet ji wan re bê nîşandan.”
ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button