Serokê PADÊ: Ji bo hevdîtina li gel Serokkomar çênebe PDK’ê gelek hewldan kir

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih diyar kir ku ji bo hevdîtina îro ya li gel Serokkomarê Iraqê çênebe, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelek hewldan kir û got ku biryar hate dayîn ku di nava 6 mehan de qeymeqamê Şengalê ji aliyê gel ve were hilbijartin.

Şandeyek ji pêkhateyên Şengalê û aliyên siyasî û Rêvberiya Xweser a Şengalê pêk dihat îro bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de fermîkirina Asayîşa Êzdîxanê yek ji mijarên sereke bû.

Şande ji pêkhateyên Şengal, şîe, sunne û Êzidî, hemû aliyên siyasî û ji Rêveberiya Xweser a Şengalê jî nûnerê Meclisa Xweseriya Demokrataîk a Şengalê ,Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk dihat. Hevdîtin li Koşka Selam a li Bexdayê pêk hat. Di hevdîtinê de Berpirsê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê Hemîd Elşetirî amadebû. Di hevdîtinê de fermîkirina Asayîşa Êzdîxanê di çarçoya destûrê de mijara sereke bû.

‘Ji bo hevdîtin çênebe PDK’ê gelek hewdan kir’

Hevserokê PADÊ’ê Emer Salih li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û got: “Hemû partiyên siyasî ji bo çareserkirin û nîqaşkirina pirsgirêkên li Şengalê ji bo Koçka Selam hatibûn vexwendin. Lê, ji bo ku hevdîtin pêk neyê gelek hewildanên PDK’ê çêbûn. Tevî vê yekê jî hevdîtin pêk hat û li ser rewşa Şengalê bi giştî nirxandin  hate kirin. Di nirxandina de ji bo avakirina îdareyek nû wek hilbijartina qaymeqam û rêveberên nehiya ji bo 6 mehan dem hate diyarkirin ku her kes hewil bide di nava vê demê de qaymeqamê nû yê Şengalê bê hlibijartin û  kar li ser avakirina Şengalê û vegera gel bê kirin.”

‘Ji bo Asayîşa Êzdîxanê bê fermîkirin nirxandin hate kirin’

Saleh diyar kir ji bo çareserkirina mijara Asayîşa Êzdîxanê ku ev demeke di rojevê deye jî bi berfirehî nîqaş hate kirin ku di çarçoveya  qanûnên Iraqê de ev hêz bê femîkirin kar bê kirin û got: “Me da diyakirin ku pêwîste pirsgirêkên Şengalê bi diyalogê bên çaresekirin û her biryarek li ser Şengalê bê dayn pêwîste bi gelê Şengalê re bê nîqaşkirin.  Her wiha ji bo hilbijartina qaymeqamê Şengalê jî biriyar hate dan ku qaymeqam ji aliyê gel ve bi dengdayînê bê hilbijartin û destê tu aliyekî siyasî di hilbijartinê de nebe.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button