Li cihê êrişê daxuyanî dan: Wê hevkarên dijmin nekaribin li Şengalê bijîn

Li cihê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel lê hatî şehîdxistin, daxuyaniyek hate dayîn. TAJÊ di daxuyaniya xwe de soza pêkanîna armancên şehîdan dûbare kir. Li ser navê malbata şehîd Merwn Bedel jî hate gotin; “Wê ti carî kesên bûne sedema şehadeta Merwan Bedel neyên efûkirin, cihê wan wê di Şengalê de nebe.”

Di 7’ê Kanunê de balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû, her dû zarokên wî bi birîndarî rizgar bûn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ tevî malbata şehîd Merwan, li cihê ku Merwan lê hatî şehîdxistin, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ji aliyê endama TAJÊ Riham Hiço ve hatî xwendin, ev tişt hatin gotin; “Wê kesên hevkarê dijmin û agahiyan didin dijmin, ticarî neyên efûkirin. Wê teqez hesab ji hevkarên dijmin were xwestin. Ev êriş berdewama Fermana 3 Tebaxa 2014’ane, armanc qirkirina civaka Êzidî û tinekirina îradeya gelê Êzidiye. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO, hevkariya PKD, Iraq û xiyanetkaran, fermanê berdewam dike, bi hemû hovitiya xwe êrişî destkeftiyên Şengalê dike. Welatên ku çek didin Tirkiyeyê jî bi xwe hevkarê êrişanin. Dewleta Tirk a dagirker ji serdema Osmaniyan ve dijminê, bawerî, netew û vê xakê ye. Lê îro Koalîsyona Navnetewî, Iraq û dewletên navnetewî ji van êrişan berpirsyarin. Ger ew destûrê nedin, Tirk wê nekaribin êrişan pêkbînin, Tirkiye bi erêkirina Koalîsyona Navnetewî êrişan pêktîne.

Bila hevkarên dijmin ên bi pereyan agahiyan didin dijmin baş bizanin, ewê diyar bibin û neyên efû kirin. Şengal warê pêşeng û qehremanane, ne cihê xayînane. Em wek TAJÊ bang li jin, ciwan û hemû civaka êzidî, Gelê Kurd û mirovahiyê dikin, em bihevre rê li fermanan bigrin. Têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li keda pêşeng û şehîdan derkevin.”

Pitşî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel Hilwa Xelef jî axivî. Xelef got ku ewê li pey hevkarên dijmin ên bûne sedema şehîdxistina Merwan Bedel bin. Xelef got; “Dewleta Tirk dijminê me yê dîrokê ye, emê kesên hevkarê dijminin, efû nekin. Ewê nekaribin di nava mede jiyan bikin.”

Piştî daxuyanî û axaftinan, li cihê Merwan Bedel lê hatî şehîdxistin, gul hate danîn û mûm pêxistin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button