‘Pêkanîna peymanê xiyaneta dijî Êzidiyane’

Sekreteriya Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî, li ser peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê û aloziya dawî ya li Şengalê, peyamek weşand

Qeys El-Xezelî destnîşan kir ku eger Peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê were pêkanîne, wê xiyanet li civaka me ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye, were kirin. El-Xezelî bal kişand ku berdewamkirina vê rewşê di berjewendiyên Recep Tayyip Erdogan û aliyên dixwazin herêmê perçe û kontrol bikin, lewma divê çareseriyek rast were peydakirin ku gelê Şengalê parastina bajarê xwe bikin.

Qeys El-Xezelî di peyama xwe ya li ser hesaba xwe ya Twîtter belav kiriye de, balê dikişîne ser mafên civaka me û planên qirêj ên dijî herêma me.

Berfirehiya peyama Qeysl El-Xezelî wiha ye:

“Peymana Şengalê mixabin li ser hilbijartinên pêşerojê di bin navê civaka Êzidî de wekî mijarek siyasî tê bikaranîn. Eger ev peyman were pêkanîn, wê xiyanet li civaka Êzidî ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye, were kirin. Pêwîste ev peymana ku wekî ‘Peymana xiyanetê’ tê binavkirin, bê rawestandin û çareseriyek rast were peydakirin ku bersiva daxwazên gelê Şengalê bide, her wiha derfet bide wan ku parastina bajarê xwe bikin (Bi taybetî Heşdî Şebî yên ku Zarokên Êzidiyan e).

Pêwîste hikûmet ji bo jinûve avakirin û xizmetguzariyê kar bike ku gelê herêmê vegere ser xaka xwe. Mebesta vê peymana ewe ku gel ji xaka xwe dûr bikeve, venegerin malên xwe û dengên wan ên hilbijartinê bi zorê desteser bikin. Lewma divê ev peyman ji holê bê rakirin.

Li Şengalê berdewamkirina vê rewşê di berjewendiyên Recep Tayyip Erdogan de ye. Erka hikûmetê ewe ku beriya rewş ji kontrolê derkeve, çareseriyek peyda bike. Rûbirûbûna her rewşek leşkerî ne di berjewendiyên gelê Şengal, ne jî di berjewendiyên Hikûmeta Iraqê de ye. Ev rewş di berjewendiyên Erdogan û aliyên ku dixwazin herêmê parçe û kontrol bikin de ye.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button