Şandeya Şengalê serdana Tevgera Azadî kir

Şandeya Dîplomasî ya Şengalê ku li Silêmaniyê hevdîtinên xwe didomîne serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kiriye. Di hevdîtinê de bal kişandin ser hemahengiya parastina Şengalê, gefên Erdogan ên li ser Şengalê û peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de

 

Şandeya Dîplomasî ya Şengalê ku ji nûnerên PADÊ, TAJÊ û Encûmena Eşayîrî ya Şengalê pêktê û ji duh ve li Silêmaniyê hevdîtinan dike. Şandeyê îro serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir. Şande ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên û endamên Tevbera Azadî Nerîman Ehmed û Hisên Kerkûkî ve hate pêşwazîkirin. Hate hînbûn ku hevdîtin erênî derbas buye û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Cejna Xidir Ilyas li civak me pîroz kiriye.

Şande ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên û endamên Tevbera Azadî Nerîman Ehmed û Hisên Kerkûkî ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê daxuyanîyek hate dayîn.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de me qala rewş û daxwazên gelê Êzidî ya ji bo vegera li ser warên xwe û garantîkirina asayîş û aştiya li Şengalê kir. Li dijî gefên dewleta Tirk û pêşîlêgirtina peymana Hewlêr û Bexda ya li dijî Şengalê ku ji derveyî îradeya Êzidiyane û gelê Êzidî qebûl nake, di vê çarçoveye de me daxwaza hemahengî û piştgiriyê ji Tevgera Azadî kir.”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên jî got; “Desthilatê berê timî nûnertiyek sexte ji bo gelê Êzidî danîne. Lê, tişta ku îro li Şengalê heye, sîstemekî temam û ji bo cewherê îradeya Êzidiyan guncave. Dikare garantî bike ku careke din Êzidî rastî fermana neyê. Em daxwazê dikin ku astengiyên li pêşiya vegera Êzidiyan were rakirin ku bikarin vegerin li ser warê xwe. Divê hemû navendên Iraqê, herêmê û UNAMI Xwerêveberiya Şengalê bi fermî nas bikin. Li pişt Êzidiyan ti plan pêk neyên. Em weke Tevgera Azadî bi hemû awayî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Êzidî radigihînin. Tişta ku bikeve li ser milê me em amadene pêk bînin.”

Show More
Back to top button