Şehîdên fermanê hatin bibîranîn  

Li Şengalê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) serdana gorên komî hate kirin û şehîdên fermanê hatin bibîranîn û banga yekîtiyê hate kirin.

Sibe salvegera 8’emîn ya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ye ku di vê êrişê de, li gorî daneyên fermî di rojên destpêkê yên êrişê de hezar û 293 kes ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û di nava 87 gorên komî de hatine veşartin.  Ji bo bîranîna şehîdên fermanê bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi sedan şêniyên Êzidî serdana gorên komî yên li komlgeha Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Ser rêya Şengalê kirin.

‘Weke tê xwestin kar ji bo vekirina goran nehatiye kirin’

Şêniyan li ser gorên komî gul danîn û Şehîdên Fermanê bibîranîn. Di dema serdana gorên Komî yê li Girzerik de ji malbatên şehîdan Pakîza Celal axivî û diyar kir ku ev 8 sal derbas bûne, lê heta niha gorên komî yên Şengalê wek tê xwestin kar ji bo vekirina wan nehatiya kirin û got: “Gorên hatine vekirin jî ji bo testa wan cenazeyê qurbaniya ji bo Bexdayê hatine şandin û hin ji wan ev dû salin malbatên wan li bendê ne, lê bi hînceta ku testa wan derneketine cenaze ji malbatên wan re nayên şandin. Em bang li hekûmeta Iraqê û cihên peywendîdar dikin, ji bo vekirina gorên komî bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin.”

‘Em yekîtiya xwe çêbikin’

Piştre serdana gorên komî yên li Sîba Şêx Xdir û yên li ser riya sereke ku ji Tilezêr derbasî Şengalê dibe hate kirin. Li vir endamê Polîtburoya PADÊ Hadî Mehol axaftinek kir û diyar kir ku dema DAIŞ’ê êrişî ser Şengalê kir, bê cudahî tevahiya Êzidiyan da berxwe û kî ketibe ber destê wan qetil kirin û wiha domand: “Di nava gorên komî de ji gelek eşîra li yek gorê de hene. Em bang li tevahiya Êzidiyan dikin ku çawa DAIŞ’ê ji hemû eşîra mirovên me di yek gorê de komkujkirin, em hemû wisa yekîtiya xwe avabikin.”

Hadî, ji bo Êzidiyên  koçber jî bagan vegerê kir û wiha domand: “Werin em bi hev re li hestiyên şehîdên xwe xwedî derkevin û vegerin ser axa xwe. Eger em li ser axa xwe venegerin em nikarin bêjin me hedefa dijmin têk biriya. Li ser hemû Êzidiyên cîhanê ferze ku destek bidin Êzidiyên Şengalê û ji bo vegera li Şengalê kar bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button