‘Vegera malbatên Êzidî ji bo Şengalê berdewam e’

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Heşda Şebî yên li Musilê ragihand ku tevî dem bi dem dewleta Tirk êrişî Şengalê dike, lê vegera malbatên Êzidiyan ya li Şengalê berdewam e û wiha got: "Rêjeya malbatên ku li Şengalê vegeriyane gihiştiye ji sedan 40. Şengal bi temamî di bin parastina hêzên Heşda Şebî û hêzên Ewlekariyê de ye.

Piştî fermana 3’ê Tebaxê gelek welatî ji Şengalê koçber bibûn, her wiha li pey rizgarbûna Şengalê vegera malbatan ya ji bo Şengalê destpê kir.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Heşda Şebî yên li Musilê Şaye Dawidî di derbarê vegera malbatên Êzidî ya ji bo Şengalê de ji Rojnews’ê re axivî. Şaye Dawidî got: “Tevî dem bi dem dewleta Tirk êrişî Şengalê dike, lê vegera malbatên Êzidiyan ya li Şengalê û derdora wê berdewam e. Rêjeya malbatên ku li Şengalê vegeriyane gihiştiye ji sedan 40. Şengal bi temamî ji aliyê hêzên Heşda Şebî û hêzên Ewlekariyê ve tê parsatin. Her wiha sînorê Iraq û Suriyeyê ji aliyê polîsên sînor, hêzên ewlekariyê û artêşê ve tê parastin.”

Hêjayî gotinê ye ku ew malbatên kju li Şengal û derdora wê vedigerin, ji beriya niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi dehan car hatin bang kirin ku li xaka xwe vegerin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button