TAJÊ malpera xwe vekir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo hîn zêdetir kar û xebatên xwe bihêztir bike, malpera xwe vekir. Armanca malperê ewe ku fikir û ramanên jinên Êzîdî kar û xebatên wan bi baştirîn şêwe ji jinên cîhanê re bide nasîn.

Jinên Êzidî li Şingalê, piştî fermana 74’an a 3 tebaxa 2014’an bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe di hemû qadên jiyanê de rêxistin dikin. Jinên Êzidî di sala 2015’an de meclisa xwe avakirin û di  20.09.2016’an de kongra yekem ya mecilsa Jin de bi awayekî fermî Tevgera xwe ya binavê TAJÊ’ê ragihandin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ),  ji bona ku di tevahî qadên jiyanê de rola jin diyarker bike, xwe birêxistin kir û di van 7 salan de karî ku di qadên perwerde, rêxistin, aburî, zanistî. Diplomasî, Siyaset, çand û huner û di qadên parastinê de xwe bike pêşeng û roj bi roj jinên Êzidî di warê fikir û ramana jiyana azad de kur bike. Tevgera Azadiya Jiyên Êzidî TAJÊ’ê ji bo bikaribe bi awayê herî baş ji nêz ve kar û xebatên xwe ji jinên Cîhanê re bide nasîn, malpera xwe vekir.

Di malperê de bi hêsanî her kesekê ku dixwaze di derbarê heqîqeta jina Êzidî ya ku xwedî baweriya herî kevnar ya mirovahiyê nasbike dikare xwe bigehîniyê. Malpera TAJÊ’ê bi zimanê Kurmancî, Erebî û Inglîzî tê weşandin. Di malperê de Mijarên Civakî, Çand û Huner, Perwerde, Tenduristî, Çîrok, Ked û Aburî tên weşandin. Her wiha Analîz jî cih digirin.

Navnîşana Malpera TAJÊ https://taje-shengal.com Hun dikarin bi vê navnîşanê xwe bigihînin Malpera TAJÊ’ê û ji tevahî mijaran agahdarbin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button