‘Ji bo Şengalê Rêveberiya Xweser çareseriya bingehîne’ 

Ji rêveberên Şaredariyên Şengalê Xelîl Hecî diyar kir ku ji ber artêşa Iraqê û zextên wê, beşek ji welatî koçber bûn, lê dema ku her der di aliyê ewlekariyê de di bin kontirola hêzên YBŞ’ê, YJŞ’ê û asayîşa Êzdîxanê debûn, zêdetir ji 200 hezar kes vegeriyan ser warên xwe. Xelîl Hacî eşkere kir ku ji bo Şengalê rêveberiya xweser çareseriya bingehîne.

Heta niha zextên artêşa Iraqê li ser welatiyên Şengalê yên bi armanca tinekirina destkeftiyên Êzdiyan dewam dikin. Tevî ku Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê deryê xwe ji diyalogê re vekeriya, lê heta niha ti gavekî erênî ji aliyê rayedarên Iraqê ve  nehatiya avêtin.

Ji rêveberên Şaredariyên Şengalê Xelîl Hecî li ser geşedanên dawî li Şengalê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku ev pilan û zextên li ser xelkê Şengalê ji aliyê Tirkiye û hevalbendên wê ve tê kirin. Banga xwedîderketina li Şengalê li Êzdiyan kir û got:“Pêwîste gelê me guh nede şerê taybet û divê Êzidî vegerin li ser axa xwe.”

‘Berxwedaniya şervan û gerîla Iraq ji dagirkeriyê parast’

Xelîl Hecî da zanîn ku berxwedaniya şervan û gerîla Iraq ji dagirkeriyê parast û wiha domand:“Pilana tinekirna Êzdiyan ku bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê destpê kir heye niha li ser civaka me tê meşandin. Bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê xwestin gel qirbikin lê ev yek pêknehat, lê gelê me koçberbû û ji ser axa xwe dûrketin. Gelê me bê rêxistin bû, ya ku hişt em di komkujiyê re derbas bibin bê rêxistinkirina  me bû. Di wê demê de ku gerîla û şervan bi hawara gelê me hatin şerekî giran û berxwedaniyek bêhempa li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin. Beşekî  mezin ji Iraqê hatibû dagirkirin û herku diçû DAIŞ pêş de diçû, lê berxwedaniya ciwanên me wisa kir ku ev çiya bimîne û berxwedanî lê hatakirin. Eger berxwedanî li Şengalê nehatiba kirin ewê Başûrê Kurdistan û Bexda jî ketina destê çeteyan, lê berxwedaniya şervan û gerîla ya li hemberî DAIŞ’ê Iraq ji dagirkeriyê parast.”

“YBŞ’ê bi xwîna şehîdan hatiya avakirin”

Hecî bal kişanda ser gavên destpêkê yên ji bo  xwe rêxistinkirina Êzdiyan û got:“Di dema êrişê de beşek ji gelê me li Serdeştê man  û  rêxistina xwe dana avakirin. Di serî de YBŞ’ê ku li ser esasê parastina civakê hatiya avakirin, bi xwîna şehîdan hate avakirin. Her wiha gel sazî û dezgehên xwe dane avakirin û aramî li herêmê vegerandin. Li ser wî esasî gel me jî  berê xwe da Şengalê û dest bi jiyanek nûkirin.

‘200 hezar kes vegeriyan Şengalê’

Bi saya Rêveberiya Xweser a Şengalê û ewlekariya ji aliyê hêzên wê parastinê ve di nava salên derbas bûyî de zêdetir ji 2 hezar kes vegerina Şengalê. Bi vegera vê hejmara gel re herku diçû Şengalê xwe bi xwe dida avakirin û hêvî ji gel re çê dibû. Lê piştî ku hêzên Iraqê derbasî herêmê bûn û dest bi êrişa li ser hêzên Asayîş û YBŞ’ê kirin, gelê me ku bi saya Rêveberiya Xweser vegeriya ser malên xwe, beşek ji wan ji ber ertêşa Iraqê careka din koçber bûn. Em li dijî şerin ku li herêma me çêbibe, heta niha me bi tu away şer nexwestiya, lê eger, hêzek bi ser me de bê em neçarin xwe biparêzin.

‘Ev êriş pilana dewleta Tirk û hevkarên wê ne’

Ev êriş û zextên niha li ser Şengalê tên kirin  pilana dijminê Êzdiyan, dewleta Tirk û hevkarên wê yên herêmê ne.  Bi vê pilanê dixwazin gelê  me çavtirsanî bikin û ji herêmê koçber bikin.

Li hemberî van pilana gerek gelê me şiyar be, ji ber kesekî ne li ser axa xwe be ewê nikaribe bi azadî jiyan bike û li ber xwe bide. Gelê me neçarî koçberiyê dikin û koçberî  tê wateya teslîmiyetê.”

“Dar li ser koka şîn dibe,  mirov jî li ser axa xwe dikare jiyan dike’ 

Xelîl Hecî bi gotinek pêşiyan rewş vegot: “Teyr bi refên xwe re başe, dar li ser koka xwe şîn dibe,  mirov jî li ser axa xwe dikare jiyan bike.” Û ev  bang li Êzidiyan kir: “Berê xwe bidin Şengalê şer li her derê heya. Gelek caran Hewlêr jî tê topbarankirin, eger êrişek wisa li ser Şegnalê çê bibe wê her kes bike rojeva xwe lê, bila gelê me zanibe ku cihê herî bi ewle Şengale. Em niha beşekin ji Iraqê  û daxwazên me  rewane. Ne li dijî qanûnên Iraqê ne, lê ji ber em Êzidî ne ev mafê me tê xwarin. Di dîrokê de  yê herî welatparêz û karibû li ber xwe bide, li ber Iraqê de canê xwe dane Êzidî bûn, niha jî em nabêjin em li dijî Iraqê ne lê pêwîste mafê me bê dayîn û em li ser axa xwe azad û xweser jiyan bikin.”

‘Çareseriya bingehîn Rêveberiya Xwesere’

Xelîl Hecî diyar kir ji bo Şengalê çareseriya bingehîn Rêveberiya Xwesere  û wiha pêde çû: “Hêzên  me ku ji dema fermanê  de li ber xwe dana û ji bo parastina vê civakê gelek şehîd dane, di rojên herî zehmet de li kêleka gelê xwe bûna, eger di çarçoveya yasayên Iraqê de bên fermîkirin, ewlekariya herêmê ji aliyê Asayîşa Êzdîxanê û polîsên navendî ve bê kirin. Her wiha di çarçoveya destûrê Iraqê de, xweseriya Şengalê bê naskirkirin ewê tevahiya pirsgirêkên Şengalê were çareserkirin.”

“Nekevin di bin bandora şerê taybet ê PDK’ê’

Herî dawî  ji  rêveberên Şaredariyên Şengalê Xelîl Hecî  bal kişande ser şerê taybet ê ku PDK li ser civaka Êzidî dide meşand û got:“PDK  ku bi hemî awayî nikarî gel me bike bin bandora xwe, her carekê bi şêwazên cida bi  şerê xwe yê taybet, dixwaze gelê me bitirsîne û wan ji sr axa wan koçber bike. Gelê me jî pêwîste êdî PDK’ê nas bike û guh neda daxuyaniyên wan ê nerast.

Rojnews-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button