Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê: Seîd Hesen mêhvanê Kazimî bû

Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê Murad Kalo êrîşa dijî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen şermezar kir û got: “Dema hate hedef girtin, ew mêhvanê serokwezîrê Iraqê Kazimî bû. Guman dikim ku hikûmeta Iraqê li gel dijmin (Tirkiye) vî tiştî kiribe. Eger serweriya Iraqê hebaya, wê niha derbeyek li Tirkiyeyê xistiba.”

Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê Murad Kalo dema serdana konê sersaxiyê yê ji bo fermandarê YBŞ’ê şehîd Seîd Hesen û şervanên YBŞ’ê hatibû danîn kir, têkildarî armanca êrîşê û hêzên hevkariyê li gel dewleta Tirk dikin de ji ajansa me re axivî.

‘Armanc ji holê rakirina Êzidiyan e’

Murad Kalo diyar kir armanca êrîşên li ser Şengalê ewe ku Êzidî ti carî serî ranekin, dema serî jî rakirin, îmha bikin û got: “Şehîdbûna Seîd Hesen ji bo Şengalê wendahiyeke mezin bû. Em sond dixwin, rêya wî bişopînin û berdewamî bi rêbaza wî bidin.”

 ‘Seîd parastina gelê xwe dikir’

Murad Kalo balê kişand ser kar û xebatên şehîd Seîd ên ji bo civaka Êzidî û wiha axivî;“Seîd berevaniya miletê xwe dikir. Di fermana 2014’an de dinya hemû dizane, Çiyayê Şengalê zane, dost û dijmin zane rola Seîd çi bû. Seîd îradeyek bi xelk re çêkir ku terka vî çiyayî nekin. Hedefa dijmin ew bû çiyayê Şengalê çol bikin, kes nemîne. Yek ji sedemên esasî ku çiyayê Şengalê maye û li ber xwe daye, Şehîd Seîd Hesen e.”

‘Dibe rola hikûmeta Iraqê di êrîşê de hebe’

Murad Kalo, dazanîn ku şehîd Seîd dema rastê êrîşê hatiye, mêhvanê Kazimî bûye û ji ber vê jî got: ” Ez guman dikim, hikumet li gel dijmin vê tiştê kiribe. Kes nizane Seîd bi ku ve diçe, bi ku ve tê. Ez nêziktir însan bûm ji Seîd re, min nedizanî bi ku ve diçe û ji ku ve tê. Ez bi xwe guman dikim ku rola hikumeta Iraqê di vê tiştê de hebe. Em hikumetê jî şermezar dikin.”

‘Dema Kazimî li Şengalê bû xwîn rijiya’

Murad Kalo dibêje, balkêşe ku serdana Kazimî ya ji bo Şengalê re êrîş çêbûye û wiha axivî; “Wextê ku Serokwezîrê Iraqê li Şengalê be, hem wextê wê dewletek xerîb were û xwîn li Şengalê birijîne, zilmê bike, em nikarin jêre bêjin hikûmete.”

‘Pêwîstbû Iraqê derbek li dewleta Tirk bixista’

Murad Kalo, li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirk bêdengiya hikumeta Iraqê jî bi van gotinan rexne kir: “Serweriya Iraqê nîne, eger heba diviyaba, îro Iraq derbeyek li Tirkiye bixista. Eger heba gerek vê êrîşa di nav Şengalê de ya li ber çavê Serokwezîrê Iraqê pêk hatî red bikira. Bila kes nebêje serweriya Iraqê heye, serwerî nîne.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button