Oldar û serokeşîrên Êzidiyan: Dewleta Tirk heman kiryarên DAIŞ’ê pêktîne

Bertek û nerazîbûna civaka Êzidî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê her diçe zêdetir dibin. Îro oldar û serokeşîrên Êzidiyan jî bi daxuyaniyek êriş şermezarkirin û gotin, "Dewleta Tirk heman kiryarên ku DAIŞ'ê li beramberî Êzidiyan pêkanî dike. Îrada me Êzidiyan divê bê naskirin. Divê jenosîda li ser civaka me, bê naskirin."

Ev demeke êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Şengalê zêde bûne. Li ser êrîşan îro daxuyaniyek ji aliyê oldar û serokeşîrên li Şengalê ve hatiye dayîn.

Daxuyanî di saet 13:00’an de li ber Quba Hesin Meman a li navenda Şengalê ku beriya çend rojan ji aliyê balefira bê mirov a dewleta Tirk ve hatibû bombebaran kirin û ziyanek mezin gihiştibûyê hat dayîn.

Li ser navê serokeşîr û oldaran daxuyanî ji aliyê yek ji serokeşîrên Feqîran Naîf Şemo ve hate dayîn. Naîf Şemo var; “Îro em weke oldar, serokeşîr û rûspiyên Şengalê li ber Kuba Hesin Meman civîne û wan êrîşên hovane yên dewleta Tirk li dijî Şengalê, xelkê me, zarokên me şer mezar dikin. Ev 20 roje 4 caran êrîşên hewayî li dijî Şengalê pêkanîn û li wesayîteke sivîlan dan, xortekî Êzidî şehîd bû û çend zarokên wî sêwî man. Em hikûmeta Erdogan, hikûmeta Tirkiyê şermezar dikin, heger hikûmeta Iraq jî şirîkayiya xwe bo Tirkiyê pêk bîne, pêşî negre jî em şermezar dikin. Cardin li dijî Quba Hesin Meman jî ku 3-4 ciwanên me ewlehiya vê derê digirtin dan. Wana ewlehiya vê qubê digirtin. Ew cardin pratîka DAIŞ pêk tînin, ji derveyî wan me nedît hinek din werin taybet qubeyên me bixin hedef û tine bikin. Teqandinên weke yên DAIŞ’ê pêk tînin.”

‘Divê îradeya me Êzidiyan bê naskirin’

Nayîf Şemo di dewamê de got: “Dewleta Tirk jî heman şêwe qûbeyên me hedef digre. Me ji mîrê xwe re jî got û xwest ku bertek li dijî êrîşan pêkbînin û qebûl nekin ev zilma dewleta Tirk ya dagirker bidome. Lê mixabin ji wî demî ve ev çend care êrîş pêktên. Ne rêz li saziyek Êzidiyan digrin ne jî Êzidiyan nas dikin. Sedem çiye wiha li me dikin? Hikûmeta Iraqê jî me tine dihesibîne, ji nedîtî ve tê. Divê îrada me Êzidiyan bê naskirin. Divê jenosîda li ser civaka me, qirkirin bê naskirin. Em ji hikûmeta Iraqê jî dixwazin ku bertek û nerazîbûn dijî van êrîşan nîşan bide û rolê xwe bileyîze da ku êrîş bisekinin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button