Erebên Şengalê bang kir: Dewleta Tirk êrîş dike, kerameta Iraqê li ku derê ye?

Welatiyên Ereb ên Şengalê li cihê nexweşxaneya Sikêniyê ya bûye hedefa bombebaranên dewleta Tirk a dagirker, diyar kirin ku fermanek nû dijî Şengalê hatiye destpêkirin. Di daxuyaniya welatiyan de bang li Serokwezîrê Iraqê hat kirin ku were herêmê û ev pirs hat kirin: “Li Şengalê bi dehan jin û zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin kuştin.  serweriya Iraqê, hikûmet û kerameta wê li kuderê ye?

 

Welatiyên Ereb ên herêma Şengalê li pêşiya Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ku balafirên dewleta Tirk a dagirker îro 3 caran bombebaran kir, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Gundê Medîban yê Şengalê Sinêd Xanim li ser navê komê axivî û êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Sinêd Xanim destnîşan kir ku dewleta dagirker êrîşî Êzidî û Ereban kiriye û wiha dom kir: “Dewleta dagirker êrîşî birayên me yên Êzidî û zarokên me yên Ereb ku di nexweşxaneyê de bûn kiriye. Dewletên dagirker her tim jin û zarokên Şengalê hedef digirin. Em wekî pêkhateya Ereb, vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk şermezar dikin. Ev êrîş nîşan dide ku li hemberî Şengalê û bi taybet li ser civaka Êzidiyan fermanek nû hatiye destpêkirin.”

‘Bila Mistefa Kazimî were bibîne’

Sinêd Xanim bê helwestiya Hikûmeta Iraqê rexne kir û got: “Em ji Mistefa Kazimî dixwazin ku were li vir binêr e ka dewleta Tirk li hemberî Şengal û zarokên me çi dike. Em dipirsin; Li Şengalê bi dehan jin û zarokên me bi destê dewleta Tirk hatin kuştin. Niha serweriya Iraqê, hikûmeta wê, kerameta wê li kuderê ye?”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button