Konsepta nû ya li dijî Şengalê û hevkariya sergirtî ya bi dewleta Tirk re!

Di demên dawî de Şengal careke din bi xebatên girîng û êrîşên giran re di rojeva civaka Êzidî û herêmê de ye. Hefteyek beriya niha, di 25’ê Sibatê de bi sernavê ”Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di netewa demokratîk de” komxebateke serkeftî bi encam bû. Nêzî 500 mêvan beşdarî vê komxebatê bûn ku beşek ji wan ji Bexda, Nasiriye, Kerkûk û Mûsilê hatibûn. Dîsa nûnerên komên baweriyê yên Şîa, Sunne, Mesîhî û Kakayî bûn mêvanê vê komxebatê. Her wiha nûner û berdevkên rêxistinên jin ên Iraqî di komxebatê de amade bûn. Du encamên girîn ên vê komxebatê hebûn, ya yekem derket holê ku Şengala birîndar xwe gihandiye wê hêz û baweriyê ku karibe mazûvaniya hemû gel û baweriyên Iraqê bike. Ya duyem, Şengal û civaka Êzidî bi vê komxebatê re îsbat kirin ku ew ne tenê xwe li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan perwerde û birêxistin dikin, her wiha pêşengî ji danasîn û belavkirina vê fikrê dikin.

Du roj di ser vê komxebatê re, di 27’ê Sibatê de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî di êrîşa dewleta tirk de şehîd ketin. Hê konê sersaxiyê yê her du fermandaran li erdê bû, di 1’ê Adarê de ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo li navenda Şengalê hate hedefgirtin. Xuya ye ku pêleke nû ya êrîşan bi konsepteke berfireh li Şengalê xistin meriyetê ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyekê balêkişand ser vê rewşê. Di nav 2 rojan de 3 fermandarên hêzên parastinê ku ji destpêka fermana 2014’an ve ye parastina civak û axa xwe dikirin hedef hatin girtin.

Siyaseta Iraqê rê li ber êrîşan vedike

Di rastiyê de, ji avabûna xwe û heya roja me ya îro, hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê hedefê dijminên civaka Êzidî ne. Û ruxmê bi sedan şehîdên ji bo rizgarkirin û parastin Şengalê hatî dayîn jî, heya niha dewleta Iraqê itiraf bi van hêzan nekiriye, herdem hewl daye bi rê û rêbazên cûda hêzên parastinê ji hev belav bike an jî di nav hêzên leşkerî yên dewletê de bihelîne. Ev heqîqeteke zelal e, eger dewleta Iraqê heya niha hêzên parastinê yên Şengalê nas bikira, bi van hêzan re li gor yasayên Iraqê peyman çêkira ne mimkûn bû ku dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê evçend êrîş bîne ser van hêzan. Bi cewherî, siyaseta Iraqê ya li Şengalê ji êrîşan re rê vedike, zemîn çêdike.

Di nav 8 salên dawî de, siyaseta Iraqê ya li dijî Şengalê di esasê xwe de neguheriye. Çavkaniya hemû êrîşên li ser Şengalê ew e ku Iraqê hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên parastina Şengalê bi awayeke zelal û fermî nas nekiriye, pirsgirêkên bingehîn ên Şengalê çareser nekiriye û li ser vê pirsgirêkê bi dewleta tirk û PDK’ê re siyaset meşandiye. Ji ber vê rastiyê ye ku Iraq ne dikare rê li ber van êrîşan bigire ne jî helwesteke cidî pêşbixe. Piştî êrîşên dawî jî heya niha ti daxuyanî an jî helwesteke xuya ji hikumeta Sûdanî û saziyên dewletê nîne. Lazim e em bibîrxin, Fermandar Pîr Çeko bi salan li ser navê YBŞ’ê bi artêşa Iraqê re kar kiriye, bi hev re li derdora Şengalê bi dehan operasyonên hevbeş pîlan kirine, gelek pirsgirêk û pêdiviyên artêşa Iraqê bi destê Fermandar Pîr Çeko hatiye çareserkirin. Vê rastiyê herî baş hêzên artêşê yên li Şengalê dizanin. Lê biryar û helwestek cidî li milekî, ji ber şehadeta wî peyameke sersaxiyê jî nehatiye dayîn.
Xweseriya hêzên parastinê nayê qebûl kirin

Ji bo rewş baştir were famkirin pêwîst e em çend geşedanên din jî destnîşan bikin. Di demên dawî de li dijî hêzên YBŞ-YJŞ’ê zext û ferzkirinên artêşa Iraqê zêde bûn. Ango Iraq hê jî YBŞ-YJŞ û hêzên parastinê weke hêzeke xweser a civaka Êzidî nabîne, qebûl nake. Iraq hewl dide hêzên parastinê ji pozisyona xwe ya xweser dûr bixe, di nav artêşê de bihelîne. Di ser de jî ev êrîşên dawî çêbûn. Zelal û xuya ye ku li dijî hêzên parastina Şengalê pîlan û konsepteke nû di meriyete de ye. Jixwe Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ev rewş nirxand û got: ”Dixwazin Êzidî û Ezdayetî bê mertal, bê parastin, bê keleh bihêlin daku karibin qirkirina me temam bikin.” Ev nirxandin û hişyariyek cidî ye ku hatiye kirin.

Dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê nerm bikin û pêk bînin

Piştî avabûna hikumeta Sûdanî, Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo pêşxistina têkiliyên baş di navbera Şengal û Bexdayê de kete nav lêgerîneke xurt a siyasî û dîplamasiyê. Piştî serdema hikumeta Kazimî, Rêveberiya Xweser hewl da rûpeleke nû bi hikumeta Sûdanî re veke, li ser esasen diyalogê pirsgirêkên Şengalê çareser bike. Li ser vê esasê çend şande çûn Bexdayê, hin ji wan ji raya giştî re vekirî, hin ji wan girtî çend hevdîtin kirin. Peyamên ku hikumeta Sûdanî dabûn jî bi giranî erênî bûn. Lê piştî van hevdîtinan hem zextên li ser hêzên parastinê zêde bûn, hem jî dewleta tirk a dagirker dest bi pêleke nû ya êrîşan kir. Niha ev rewşa dawî ji aliye sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ve bi berfirehî tê nirxandin. Tiştê xuya ye, dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê car din zindî bikin, hin xalên peymanê nerm bikin lê cewhera peymanê li Şengalê ferz bikin.

Hikumeta Sûdanî çima Peymana 9’ê Cotmehê tine nake?

Ji ber vê rewşê niha Rêveberiya Xweser a Şengalê û civaka Êzidî vê pirsê ji hikumeta Sûdanî dikin ”Hun çima Peymana 9’ê Cotmehê ku ji serdema Kazimî maye betal nakin?” Ev pirseke bi têra xwe sade lê ewçend jî esasî ye. Tiştê xuya ye, hikumeta Sûdanî vê peymanê ji rojevê naxîne, pişta xwe dide hebûna vê peymanê û dixwaze siyaseta xwe ya Şengalê bimeşîne. Rast e, hikumeta Sûdanî weke hikumeta Kazimî bi hêza artêşê, bi siyaseta şer êrîşî Şengalê nake lê siyasetek ku derdora Rêveberiya Xweser teng bike û hêzên parastinê mecbûrî tevlîbûna nav artêşa Iraqê bike dimeşîne. Nakokiya hikumeta Sûdanî ev e; ji milekî ve tapo dide milkên civaka Êzidî û piştevaniya vegera Şengalê dike lê li milê din jî Rêveberiya Xweser muxatab nagire, rê li ber êrîşên dewleta tirk û PDK’ê nagire. Rêveberiya Xweser a Şengalê niha şîroveya vê siyasete û xeteriyên wê dike.

Hewl didin li dijî meclîsa gel meclîseke alternatif ava bikin

Di mijara Şengalê de hêzên herêmî û navneteweyî jî siyaseta xwe dimeşînin. Di destpêka salê de dewleta Elman piştî 8 salan Jenosîdê nas kir. Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Elmanyayê ber bi Tirkiye ve, ji wê derê jî ber bi welatên Kendavê re hevdîtinên berfireh kirin. Hin çavkanî radigihînin ku hewldana meclîseke alternatif a ji Êzidiyan heye. Ango hewldan hene ku li dijî Meclîsa Gel a Şengalê, hin saziyên alternatif werin avakirin ku di bin bandora PDK, dewleta tirk û hêzên navneteweyî de be. Di nav 2 mehên dawî de li ser Şengalê bi dehan civîn û hevdîtinên vekirî an jî veşartî hatin kirin. Lê heya niha ne hikumeta Sûdanî ne hêzên herêmî an jî navneteweyî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re muzakereya çareseriya pirsgirêkan nekir

.Siyaseta hevpar dijberiya Rêveberiya Xweser e

Gelek mînak û bûyerên cûda jî hene ku raya giştî haydar û agahdar e. Bi giştî tiştê xuya dike, pîlaneke nû ya qirkirinê bi rê û rêbazên cûda dixwazin li Şengalê ferz bikin. Di vê çarçoveyê de xeteriyên nû li ser Şengalê hene. Êrîşên dawî yên li Şengalê lazim e di vê çarçoveyê de were nirxandin. Hikumeta Sûdanî, dewleta tirk a dagirker û PDK, hêzên herêmî û navneteweyî her yek ji wan siyaseteke cûda li ser Şengalê dimeşînin. Lê xala hevpar a van siyaseten cûda, dijberiya pergala Rêveberiya Xweser û hêzên parastina cewherî ye. Hin ji van hêzan dixwazin bi awayeke fîzîkî vê pergalê tine bikin, hin ji wan dixwazin pergala xweseriyê bixin xizmeta xwe an jî di nav pergala dewleta Iraqê de bihelînin. Her yek ji van hêzan, bi rêbazên cûda siyaset û êrîşên xwe dimeşînin lê armanca hevpar a siyaseta wan tinekirina fikrê netewa demokratîk û pergala xweseriya demokratîk e. Dikare bê gotin ku li Şengalê merheleyeke nû ya têkoşîn û berxwedanê destpêkiriye. Ev jî, têkoşîna parastin û dane qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.

 NAVENDA NÛÇEYAN ROJNEWS-ÊZDÎN ŞENGALÎ

 

 

Show More
Back to top button