Plana PDK’ê ya li Şengalê eşkere bû

Li Şengalê PDK dixwaze berxwedana gel a li dijî artêşa Iraqê berovajî bike û armanca sereke ya çalakgeran biguhere. Bi vê armancê gelek kesên girêdayî PDK’ê ku beşek ji wan pêşmerge ne, di nav çalakiyan de hatine bicihkirin da ku berê çalakgeran bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê.

Ji dema êrişa artêşa Iraqê ku bi hejmareke mezin tank û topên xwe li nava bajaran bi cih kirin, civaka êzidî bi taybet li nahiya Sinûnê dest bi çalakiyan kirin û xwestin çekên giran ji nav gund û bajaran bên derxistin û dawî li şer bê. PDK ku her dem dijminatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê dike, di nava dek û dolaban de ye û dixwaze armanca çalakiyên gel berovajî bike.

Berpirsê Leqa 17’an a PDK’ê Aştî Koçer bi rêya telefonê ji serokeşîrên nêzî PDK’ê xwestiye ku gel li dijî hêzên Asayîşa Êzîdxanê rakin. PDK’ê hejmarek kesên alîgirên xwe di nava van çalakiyan de bi cih kirine û dixwazin di nava çalakiyan de tevliheviyê derxin.

Bi taybetî di dema şopandina çalakiyên ciwanan ên li nahiya Sinûnê de dîmenên çend kesan derketine ku ser bi PDK’ê ve ne û hewl didin aloziyan derxin. Her wiha piraniya van kesan  li ser torên civakî hatine erkdarkirin û li hemberî dayîkên êzidî ku ji dema fermanê de di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin, zimandirêjiyê dikin.

Navê kesên alîgirên PDK’ê wiha ne:

Cemîl Silêman; endamê Mala Êzidiyan ku xwe wek saziyek serbixwe ji bo mafê êzidiyan didin diyarkirin û di rastiyê de ser bi PDK’ê ve ye, yek ji kesên pêşngiyê ji bo çalakiya ciwanan a li nehiya Sinûnê dike. Cemîl Silêman di hevdîtina 8’ê Gulanê de ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû birêxistinkirin û serdana Mistefa Kazimî kiribû, cihê xwe tê de digirt. Li gorî agahiyên li ser vî kesî, li ser Şengal, Rêveberiya Xweser û pêşngên civaka êzidî, agahiyan dide berpirsê Operasyonên Nînovayê yê artêşa Iraqê Cebar Neyîmî.

Nayf Hemo; ji komalgeha Borik a Şengalê ye. Îstixbarata Polîs û Eminelwetenî ê Îraqiyê. Di dema çalakiyan de dîmenê çalakgeran digire û agahiyan li ser dide polîsan.

Saet Hemo; ji eşîra Qîraniya ye û li Sinûnê dimîne. Saet Hemo bi rêxistinên alîkariyên mirovî re kar dike û di tevahiya çalakiyên vê dawiyê de amade bûye. Li gorî agahiyên li ser Saet Hemo hatin bidestxistin, bi dezgeha parastinê ya PDK’ê re kar dike lê xwe wek kesekî bêalî dide xuyakirin.

Qasim Biroka; ji eşîra Aldexiya li Xanesorê ye, niha li Hollandayê dimîne. Ji malbata wî zêdeterî 3 kesan pêşmerge ne û di asta berpirsiyartiyê de ne. Ew bi xwe jî ji aliyê PDK’ê ve hatiye erkdarkirin li ser torên civakî li dijî rêveberiya xweser a Şengalê kar dike. Armanca wî ya sereke li ser torên civakî, dîmenên dayikên êzidî ku ji dema Fermanê de li ber xwe didin û di nava têkoşînê de ne, li ser înternetê parve dike û van dayikam reş dike da ku ji rêxistina xwe dûr bikevin. Her wiha di dema dawî de aşkere bû ku yek ji wan kesan e ku ji bo PDK’ê şerê taybet dimeşîne û di dema bûyerên dawî de li ser înternetê gelek hewil da ku gelê Şengalê bireve.

Faxir Felef; oldarekî êzidiyan, dema beşdarî di çalakiyan de dikir, li ser ragihandinê bang li ciwanan dikir ku beşdarî di çalakiyê de bikin lê di heman rojê de li Dihokê li bi Mihema Xelîl parlamenterê PDK’ê re civiya û dîmenên wî derketin.

Her wiha beşeke din ji ciwanên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine erkdarkirin û ji roja destpêkê de di nava çalakiya li nehiya Sinûnê de ne, her wiha heman kesên li ser torên civakî li dijî rêvberiya xweser û bi taybet li dijî jinan diaxivin û dixwazin wan ji derdora saziyên civakî dûr bikin. Navên wan wiha ne: Hemo Paşa D., Hisên Nasir Reşo, Erkan Emîn, Kamîran Kemal, Saet Şemo, Şêrwan Hecî, Erkan Revo, Sindî Qero û Fêsel Hesen.

ANHA

Show More
Back to top button