Êzidî bûne hêzek û hesabê fermanan dixwazin

Civaka Êzidî îro cangoriyên komkujiya 2007’an a li Tilizêr, Sîba û gundê Izêr bibîr tîne. Ji hemû beşên civakê Êzidî diyar dikin ku li ber ferman û talanan wan tifaqa xwe xurt kiriye û vê peyamê didin: ‘’Êzidî êdî dibin hêzek, destek, dilek, dengek û îro roja hesabxwestinê ye. Emê bi hêza gelê xwe hesabê bixwazin.’’

Ji bo civaka Êzidî meha Tebaxê, meha ferman û talanan û bîranîna cangoryên Êzîdxanê ye. Piştî salvegera fermana 03.08.2014’an, civaka Êzidî îro jîcangoriyên komkujiya 2007’an a Tilizêr, Sîba Şêx Xidir û gundê Izêr dikin. Di 14.08.2007’an de 4 kamyonên bombebarkirî xwe li van her 3 cihan teqandibûn ku di encamê de derdora 600 kes şehîd û 700 kes jî birîndar bûn. Di 15’emîn salvegera vê komkujiyê de hemû beşên civaka Êzidî bi êşeke mezin lê di heman deme de bi îradeya hesabxwestinê cangoriyên vê komkujiyê bibîr tînin.

‘PDK bûye sebep û egera fermana 2007’an’

Yek ji serokeşîrên Şengalê Nayif Şemo da bibîrxist ku komkujiya 2007’an ji ber hêzên ku wê deme parastina wan dikirin hate serê wan û got: “Eger pêşmergeyên PDK’ê rê li ber vê fermanê bigirtana meyê bigota ew jî şehîdên me ne. Lê bûne sebep û egera fermana 2007’an. 4 kamyon hatin ketin nav Tilizêr, gundê Izêr û Sîba Şêx Xidir. Hatin li sûkê di nav gel de xwe teqandin. Di her 4 teqînan de nêzî 1000 şehîd û birîndar çêbûn, 250 mal hilweşiyan.”

Nayif Şemo bal kişand ser dîroka bi êş a civaka Êzidî jî û bi vê mînakê vê dîrokê şîrove kir: “Rojên merasîmê yên gelên din, rojên cejn an jî rojên netewî ne. Lê merasîmên me hemû bi alên reş in. Hemû helbestên xemgîniyê ne. Ji destpêka heyva Tebaxê ve her roj êrîşek heye, an teyareyên Erdoganê kafir êrîş kirine an jî DAIŞ’ê bêxweda.’’

‘Îro roja hesabxwestinê ye’

Nayif Şemo herî dawî bibîrxist ku ji ber fermanên 2007 û 2014’an heya niha tu kes nehatiye dadgehkirin û cezakirin û wiha pê de çû: “ Îro roja hesabxwestinê ye, em ê îro hesabê bixwazin. Emê bi hêza gelê xwe hesabê bixwazin. Niha ji Rusyayê heya Emerîka tifaqa Êzidiyan ava dibe. Êzidî êdî dibin hêzek, destek, dilek û hesabê dixwaze bo careke din ferman bi ser Êzidiyan neyê.’’

‘Êzidî xurt û qewîtir dibin’

Yek ji oldarên Civaka Êzidî xilmetkar Faxir jî destnîşan kir ku heya niha hikumeta navendî ya Iraqê mafê cangorî û birîndarên van komkujiyan nedane û wiha axivî: “Em daxwaz dikin ku heqê van şehîdan vala neçe. Êzidî neheqî li kesî nekirine, lê ew bi kamyonan hatin, zarok û jin jî di nav de komkujî kirin. Êzidî miletek e, dînek e. Dijminên Êzidiyan dixwazin vê tine bikin. Rast e ferman û talan tê serê me lê em qewîtir dibin. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku tifaqa xwe bikin.’’

‘Hêza parastinê hebûya en komkujî çênedibûn’

Asayîşa Êzîdxanê jî di vê mehê de ji bo parastina hemû bernameyên bîranînê di rewşa amadebaşiyê de ne. Ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Xalid Qasim li ser erka asayîşê axivî û got: “Asayîşa Êzîdxanê parastina hemû bernameyên bîranînê dike, eger di 2007’an de hêza parastinê hebûya, yekbûn hebûya me evçend êş nedikişand. Wê komkujiya 2007’an jî fermana 2014’an jî çênebûya. Di van komkujiyan de artêşa Iraqê jî pêşmergeyên PDK’ê jî dest ji Şengalê berdan û çûn parastina herêmên xwe. Bi vi awayî civaka me ya Êzidî rûbirûyê ferman û komkujiyan ma.’’

Xalid Qasim diyar kir ku êdî hêzên parastina civaka Êzidî hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hêzên parastinê wê xwe bikin cangorî û careke din rê nadin fermanên nû. Hêzên Asayîşa Êzîdxanê ne tenê parastina civaka Êzidî dikin, her wiha parastina gelê sunne, şîa, mesîhî û hemû pêkhateyên Şengalê dikin.’’

Rojnews-Şengal

Show More
Back to top button