Rêberiya Xweser a Şengalê çi dixwaze û destûra Iraqê çi dibêje?

Rojnews di derheqê rewşa dawî li Şengalê û İraqê lêkolîn kiriye û parvekiriye. Em jî van lêkolînên ajansê bêyî ku guhartinek bikin bi were parve dikin

PDK ji Şengalê derket, DAIŞ hat, ferman anî serê civaka Êzidî û hezaran revandin. Ev bû sedem ku êdî civaka êdî baweriyê bi kesekê neyîne û bi xwe hêz û meclîsa xwe ava bikin. Niha xwerêveberinek aktîv û fermî ji hikûmtê dixwazin.

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bêyî ku gulekê biteqînin ji Şengalê derketin û Şengal di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de hişt ku Êzidî dibêjin ‘Şengal radestî DAIŞ’ê kir’. Ji ber ku civaka Êzidî ji êrişên DAIŞ’ê nehate parastin bi hezaran hatin kuştin, windakirin û revandin. Hîn çarenivîsa bi hezaran nediyare.  Roj bi roj bi vekirina gorên komî rastiya fermana 3’yê Tebaxê ji  cîhanê re eşkere dibe.

Piştî rizgarbûna Şengalê, Êzidiyên Şengalê di demek nêzik de meclîs, asayîş û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Di nava wan de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji hebûn. Niha Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo hemû sazî û rêxistinên Şengalê bûye sîwan.

Şengalî dixwazin ev xwerêveberî ji aliyê rêveberiya Iraqê ve bi fermî were naskirin û ji bo vê jî amadene çawaniya xweseriyê li gel Iraqê nîqaş bikin. Herwiha bi hemû awayî lihevkirina Bexda û PDK’ê ya li ser Şengale red dikin. Peymana ku îradeya civaka Êzidî têde nebe red dikin.

Di 15’ê Adarê de Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla, Berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, Musteşarê Ewlekariya Netewî Qasim El-Erecî, Nûnerê Karûbarên Ewlekariya Netewî Hemîd El-Şitrî  li Şengalê bi Rêveberiya Xweser re rûniştin.

Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşniyar û daxwazên xwe ku ji 3 sernavan pêk tên, bi awayekî nivîskî pêşkêşî şandeya Iraqê kirin. Ev sê xal wiha ne:

 

“1: Peymana li ser Şengalê

Em dixwazin ku ev peymana kirêt were betalkirin, ji ber ku danûstandina hurgiliyên vê peymanê tenê di navbera Hikûmeta Federal û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de pêk hatiye. Di peymanê de aliyê siyasî yê têklîdarî peymanê, ango bêtirî 250 hezar welatiyên Êzidî yên Iraqê li Şengalê hatine dûrxistin û derbarê tu hurgiliyek vê peymanê de nêrîna wan nehatiye wergirtin. Hinek ji sedemên sereke yên nerazîbûnê jî ev in:

Nêrîna welatiyên Şengalê di vê peymanê de nehatiye wergirtin. Nêrîna welatiyên vegeriyane warê xwe ku hejmara wan bêtirî 120 hezar e û yên di kampên koçberiyê de hatine paşguhkirin û hejmara wan jî bêtirî 150 hezar e nehatiye girtin. Ji van hemûyan tê xwestin ku peymanê pêk bînin, lê ti daxwazeke wan, vegera wan û aramî bicîh neyê, tenê berjewendiyên aliyên ku peyman îmzekirine pêk tîne. Ev peyman bêyî ku rêzê ji nêrîna wan re bigire hatiye îmzekirin.

Heta niha hesab ji hêzên leşkerî yên PDK’ê ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê de vekişiyane, nehatiye xwestin. Vê yekê hişt ku alîkariya DAIŞ’ê were kirin da ku dijî Êzidiyan komkujiyan pêk bîne û bi hezaran welatiyan birevîne. Ev peyman riya vegera vê hêza ku ji Şengalê vekişiyaye careke din bi hêsanî vedike û ev yek jî ji aliyên welatiyên Şengalê ve nayê qebûlkirin. Welatiyên Şengalê di wê baweriyê de ne eger ev careke din vegere û rêxistinek radîkal an jî DAIŞ êrîş pike, wê dîsa vekişe. Yên hatine ceribandan dîsa nayên ceribandin.

 

2: Dosya vegera koçberan:

– Dosya vegera koçberên Êzidî li Şengalê ji danûstandinên siyasî were derxistin û hikûmeta federal bi awayekî rasterast rê ji vegereke hêsan a Şengalê re veke, her wiha qonaxên wergirtina destûra vegera ji bo Şengalê were kurtkirin.  Di rewşa niha de ji bo ku malbatek vegere herî kêm serî li 7 aliyên cuda dide û 2 meh derbas dibin. Eliyên ji bo vegera koçberan serlêdan tê kirin jî evin: “Rêveberiya kampan, rêveberiya navçeyê, qaymeqam, asayîş, Meclîsa Karûbarên Koçberan, beşa Wezareta Penaber û Koçberan a Navendî, erêkirina Dîwana Parêzgeha Duhokê.” Ev derengxistina bi zanebûn hêviya kesên dixwazin vegerin dişkîne, lewma di kampan de dimînin.

– Riya veguhastina ji kampan di ser rêyên, “Duhok – Sihêla – Şengal”, “Duhok – Bendava Mûsilê – Şengal” û “Duhok – Mûsil – Şengal re werin hêsankirin.

– Dayîna alîkariyê ji kesên vegeriyan Şengalê re were lezkirin. Bêtirî 18 hezar malbatên Êzidî ev çend sal in vegeriyane Şengalê û berûvajî deverên Iraqê yên din, van malbatan ti pêşkêşî (alikarî) wernegirtine. Ev yek jî ji ber xemsariya bi zanebûn a Wezareta Penaber û Koçberan e ku agahiyên malbatên vegeriyane bi hincetên cûda danexistine agahîdanka wezaretê, hin caran jî bi hinceta ku kadroyên wan tune ne, yan jî agahî kêm in.

– Qezaya Şengalê ku avahiyên wê hilweşandine, gelek şehîd, birîndarên wê hene û gelek jî hatine revandin jinûve were avakirin. Tevî destdirêjî û komkujiyên li Şengalê pêk hatine û bi hezaran mal û xanî hatine hilweşandin jî, heta niha ti xaniyekî hilweşandî yan şehîdek yan kesekî windayî li giştî Şengalê nehatiye tazmînatkirin.

 

3: Hin pêşniyar û çareserî:

1- Destûra komara Îraqê destûrekî federal e û madeyên destûrê yên 2 – 4 – 5 – 12 – 14 – 15 – 20 – 22 – 29 – 31 – 34 – 37 – 39 – 43 – 45 – 60 – 104 – 116 – 117 – 118 – 121 – 125 – 132, mafên rêveberî, siyasî, ewlehî, çandî, aborî û perwerdekirina netewên cûda digirin nava xwe. Li ser bingeha van madeyan di danezana cîhanî ya mafên mirovan de, û li ser bingeha hevpeyaman Netewên Yekbûyî ku mafê kêmnetewan di karûbarên xwe de piştrast dike, em dixwazin ku qanûneke were derxistin û li gorî wê Şengal rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne, ji nakokiyên navnetewî, herêmî û hundirîn ên li ser coxrafya Şengalê xilas bibe. Divê hikûmeta navendî û civaka navnetewî weke “rêbazekî qerebokirina ji ber qirkirin û komkujiyên rastî êzdiyan hatine” bigire dest. Di vê çarçoveyê de alîkariya  qurbaniyan were kirin û rêveberiya wan a xweser were erêkirin da ku ji nakokiyên siyasî yên li ser ax û nasnameya wan rizgar bibin. Em dibînin ku ev gav ji bo jinûve avakirina nasnameya niştimanî ya Êzidiyan gelekî girîng e.

– Qada Hewayî ya Şengalê ji êrîşên ezmanî û destdirêjiyên herêmî ya dijî welatiyan were girtin.

– Bicihkirina rewşa qanûnî ya hêzên ewlehiya hundirîn (Asayîşa Êzdîxanê) ku hejmara wan nêzî 700 kesan û ji bo valahiya ewlehî ya li Şengalê dagire hatiye avakirin.

– Alîkarî û xurtkirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) weke misogeriyekê û dilsozî bi welatiyên Şengalê re.

– Li gel tiştên li jor hatine behskirin, em di dorpêçê de ne. Ji aliyekî ve hatûçûna di navbera Şengalê û herêma Kurdistanê de, ji aliyekî din ve hatinûçûna di navbera Şengal û Mûsilê, di navbera Mûsil û Duhokê de gelekî dijwar bûye. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi çareseriyeke lezgîn heye. Riya tekane Deriyê Sînor ê Bare yê bi Bakurê Sûriyeyê re ye, em di vir re alîkariyên mirovî û tenduristî werdigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin hatûçûna bi Bakurê Sûryeyê re were hêsankirin.

– Çavdêriyeke giran li ser navendên hilbijartinên parlamanê li deverên Herêma Kurdistanê were danîn da ku rê li pêşiya sextekariya desthilatdarên PDK’ê were girtin û welatî neyên neçarkirin ku dengê xwe bidin lîsteya PDK’ê.”

 

Destûra Iraqê têkildarî mijarê çi dibêje?

Di destûra Iraqê de çend xalên ku qala daxwaz û mafên xwerêveberin, îdare yan jî herêma serbixwe dike. Li gorî madeya 119’an a Destûra Iraqê, mafê her parêzgehek yan ji parêzgehekê zêdetir pêkanîna herêmê heye. Ev yek jî piştî pêşkeftina daxwaza pêwîst, anket û zanîna bûdceya şêniyan.

Herwiha madeya 120 a Destûra Iraqê jî pêşwaziyê li madeya 119’an dike. Li gorî madeya 120 herêmek dikare bibe xwedî destûra xwe ya serbixwe. Bi mercê li gel Destûra Bingehîn a Iraqê guncav be. Lê, di van herdu madeyan de qala parêzgehan dike, lê Şengal qezaye û ser bi parêzgeha Mûsilê ye.

 

Gelo Şengal dikare daxwaz xwerêveberiyê bike?

Em ê, ‘Gelo Şengal dikare daxwaz xwerêveberiyê bike?’ ji pisporê yasaya destûrê Dr. Şoreş Hesen bikin. Dr. Şoreş Hesen diyar kir ku l igorî madeya 116’an û 125’an a Destûra Iraqê Şengal xwedî vî mafî ye.

Li gorî madeya 116 û 125, sîstema federalî ya Komara Iraqê ji paytext, parêzgehan, parêzgehên nenavendî û îdareyên xwecihî pêk tê.

Li gorî van herdu madeyan, mafê îdarayî, siyasî, çandî, perwerdeya neteweyên cuda yên weke Tirkmen, Kildan û Aşûrî û pêkhateyên din li gorî yasayê misoger dike.

Ango Şengal bi xwe dikare xwe bi rêve bibe. Lê, bi mercê ku weke di destûrê de hatiye nivîsandin, îdareya wê li jêr destûra Iraqê û yasayê de be.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

 

Show More
Back to top button