Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ji bo vegera gel asteng bikin êrişî Şengalê dikin

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişa îro ya li ser bajaroka Xanesor a Şengalê daxuyaniyek da û got: "Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK ji bo ku civaka Êzidî bê îrade bikin û Şengalê vala bikin çi ji destê wan tê dikin. Îro wê 54 malbat bi hevre vegeriyaban ser malên xwe . Lê ji bo veger bê asteng kirin û çavê gel bê tirsandin, dewleta Tirk êrişî Şengalê kir."

Rêveberiya Xweser a Şengalê di derbarê êrişa îro ya dewleta Tirk a bi balefira bê mirov ya li ser bajaroka Xanesor a Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDK û dewleta Tirk ji bo vegera gel a ji bo Şengalê asteng bike, serî li hemû rê û rêbazên cûda didin. Her wiha got, wek Rêveberiya Xweser wê li beramberî hemû êrîşan helwesta wan berxwedan be, divê helwesta gel jî vegera ser axa Şengal be.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wihaye;

“Di çarçoveya pêkanîna peyîmana 9 cotmehê de êrîşên li ser civaka Êzidî her ku diçe zêde dibe. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK ji bo ku civaka Êzidî bê îrade bikin û Şengalê vala bikin çi ji destê wan tê dikin. Di vê demê hesas de ku ji gelek aliyan ve êrîşên dijwar li ser civaka me hene, hikumeta Iraqê bi awayekî eşkere civaka Êzidî paşgoh dike û li bemberî hemû êrîşan bê deng dimîne. Ev bê dengî tê wateya hevkariya bi van êrîşan re.

Di hefteya borî de Serokwezîrê Iraqê Mehmed Şiya Sudanî serdana Nînowayê kir, qaşo ku wê serdana Şengalê jî kiriba. Lê di kêliyên dawiyê de hatina xwe ya Şengalê bi hincetên cûda betal kir. Ev nêzîkbûna Hikumeta Iraqê ya li bemberî Şengal û civaka Êzidî, nîşaneya erk û berpirsiyarê wane.

8 sal derbas bû xelkê Êzidî hîna di kampên Başûrê Kurdistanê di binê konana de jiyan dike. Di vê demên dawiyê de gelek malbat dixwazin vegerin ser axa xwe Şingalê. Rûxmî ku PDK bi hemû rê û rêbazan li pêşiya vegera gel dibe asteng, lê carekî din rojane bi dehan malbat vedigerin Şingalê. Îro wê 54 malbat bi hevra vegeriyabana ser malên xwe . Lê ji bo veger bê asteng kirin û çavê gel bê tirsandin dewleta Tirk êrîşî Şengalê kir.

Îro di seatên nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê li bajarokê Xanasorê malek a sivîlan kir armanc. Di êrîşê de ziyanên canî çênebûn, lê ziyanên madî li malên sivîlan bû. Ev êrîş di demekê dene ku berî rojek li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartin hebûn, di van hilbijartinan de Erdogan bi hîleyan xwest ku li ser desthilatê bimîne, Erdoğanê faşit di hilbijartina de nikaribû biser bikeve û ev hilbijartin wê gera duwemîn di 28’ê Gulanê de pêk werin, ji bo ku Erdoğan piştgriyê ji faşistan bigire ewê li ser hemû gelên azadîxwaz êrîşên xwe dewam bike. Ji bo van êrîşa jî lazime gelê me hişyar be û rê nedin kesên îxanetkar bigehin hedefa xwe.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin, li beramberî hemû êrîşan wê helwesta me berxwedan be, divê helwesta gelê me jî vegera ser axa Şengal be.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button