Peyama xelkê Êzidî ya di Cejna Êzî de: Şengal aram e

Cejna Rojiya Êzî ya Êzidîyan salane dikeve hefteya dawî ya meha Kanûnê û 3 rojan rojî tê girtin. Îro li seranserê Êzdîxanê Cejna Rojiyên Êzî ye, xelkê Şengalê di nava 3 rojên rojiyê de peyama Şengal aram dan.

Rojiyên Êzî ku di nava civaka Êzidiyan de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan rojî tê girtin, îro cejna Êzî tê pîrozkirin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê, di van rojan de xwîn nayê rijandin û dûa dikin.

Îsal li tevahiya Şengalê bi wesîleya cejnê şahî hatin lidarxistin. Bi hezaran Êzidî tevlî cejnê bûn û peyama Şengal aram dan her kesê.

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, kar nayê meşandin û tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja Duşemê her malbatek sawelak serjê dike û ji vê rojê re jî “Roja Serbirê” tê gotin. Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.

Di baweriya Êzîdiyan de kesê/a ku rojî bigire divê ji her tiştî zêdetir li ser zimanê xwe hakim be û axaftina nerast neyê ser zimanê wî/ê. Her wiha divê tişta ku nehatibe kirin neyê gotin. Têkildarî mijarê di qewlên Êzîdiyan de wiha tê gotin: ” Her kesek ku li ser zimanê xwe hakim be, ew kes li ba rebê xwe, yan jî li ba Xwedayê xwe rêzdar e û weke çil roj rojî girtibe, tê hesibandin.”

Kesên ku nexweş bin yan jî nexweşiyek wan taybet hebe, her wiha karek wan ê acîl derkeve û ji mala xwe dûr bikeve ew kes dikarin rojiyan negirin û li ser wan ferz nabe.

Li gorî baweriyê rojî di berbanga sibehê, beriya ku dinya ronî bibe destpê dike û ji vê kêliyê û şunde xwarin nayê xwarin, av nayê vexwarin. Fitare jî dema roj çû ava û dinya tarî bû, tê vekirin. Beriya fitarê jî, kesên bi rojî dest û çavên xwe bi ava paqij dişon. Piştre hemû endamên malê li ser sifreyê rudinin û mezinê/a malê duaya, “Ya Xwedê û Êzî tu xêra me, zarokên me û ya herkesên xêrxwaz qebûl bikî” dikin. Piştre dest bi xwarinê dikin.

Rojiyên Êzî bi 2 rengan tên girtin

Di nava civaka Êzidiyan de ‘Rojiyên Êzî” bi 2 rengan tên girtin. Ji van rengan re jî ‘Hesaba Lalişê’ û ‘Hesaba Mergehê’ tê gotin. Li gorî vê yekê; Êzidiyên li Şengalê hefteya yekemîn a meha Kanûnê rojî digirin û navê ‘Rojiyên Feqîran’ lê hatiye kirin. Êzidiyên li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a Kanûnê de rojî digirin û navê “Rojiyên Babe Şêx” lê hatiye kirin.

Li gorî Hesaba Lalişê îro li seranserê Êzidîxanê Cejna Rojiyane, piştî sê rojan Êzdiyan rojî girtîn îro serê sibê malbatên ku kesek nû ji mala wan wefatkiribe çûne ser goristanan û xêra miriyên xwe belavkirin. Piştî ku malbat ji ser goristanê vegeriya êdî serdana hevûdû dikin û cejina hev pîroz dikin

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎ-ŞINGAL

Show More
Back to top button