‘Em ê heta dawiyê li Rêber Apo xwedî derkevin’

Îro ciwanên Şengalê jî  li ser belavbûna îdiayên derbarê Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan de daxuyaniyek dan û gotin, “Wek ciwanên Êzidî û gelê Êzidî em ê ji bo Rêber Apo heta dawiyê di nava çalakiyan de bin”

Ciwanan li ber konê berxwedaniyê ya li Navenda Şengalê kombûn û daxuyaniya xwe dan.

Di çalakiyê de Endamê Saziya Ciwanên Şengalê Sebah Mirze axivî û da zanîn ku ev 22 sal in Rêber Apo di nava girtîgehê de dibin şert û mercên giran de li ber xwe dide û wiha pêde çu; “Wek ciwanên Êzidî û gelê Êzidî em ê ji bo Rêber Apo heta dawiyê di nava çalakiyan de bin, heta ku em agahiyek li ser tendirustiya Rêber Apo digrin wê çalakiyên me bidomin. Ji ber ku di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de tenê Rêber Apo û şervanên wî li gelê Êzidî xwedî derketin û gelê me ji qirkirinek mezin rizgarkirin.”

Piştre Endama Saziya Ciwanên Şengalê Cihan Hazim axivî û wê jî diyarkir wek civaka Êzidî ew ji ber îdiayên li ser jiyan û tendirustiya Rêber Apo bi fikarin. Cihan jî wiha pêde çû; “Wek civaka Êzidî heta dawiyê em ê li pey fikir û felsefa Rêber Apo bin. Em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku ji bo Rêber Apo dakevin qadan, heta ku agahiyek ji Rêber Apo were girtin.”

Daxwuyaniya cîwanan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok” bi dawî bu.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button