Şervan û Fermandarên YBŞ-YJŞ: YBŞ dijî xiyanetê bersiveke

Şervan û Fermandarên YBŞ-YJŞ: “Ev 9 salin YBŞ heye û her diçe xurtir dibe, xwe bi xwe rê ve dibe. Ew hêzên ku îxanet li Şengal kirin YBŞ’ê ji bo wan bersivek e. Hebûna me wek YBŞ’ê, wek milîtanên Rêber Apo şûreke di pişta wan de, wek derziyeke di dilê wan de. Wek tê zanîn qetlîam û armanç girtina fermandar û pêşengên me di meha tebaxê de ye. Di nav civaka me de meha Tebaxê wek meheke reş tê hesibandin. Di vê mehê de Mamê civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bû hedefa dijmin. Em di şexsê Mam Zekî de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînin. Mam Zekî ji bo Xweseriya Şengalê têkoşîn dimeşand her wiha ji bo tifaqa civaka Êzidî xebat dimeşand.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an êrişek hovane li ser civaka Êzidî, warê pîroz Şengalê çêbû. Di van êrîşane de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok ketin destê DAIŞ’ê de. Piştî şervanên azadiyê xwe gihandin Şengalê berxwedaniyek dîrokî nîşandan û DAIŞ têk çû. Şengala ku cîhanê çav lê girtibû, bi berdêlên giranbuha hat rizgarkirin û ji bo civaka Êzidî pêvajoyek nû destpêkir. Di heman kêliyên giran de YBŞ hat avakirin û tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê bû. Şervan û fermandarên YBŞ’ê û YJŞ’ê bi wesîleya 9. salvegera fermanê ji ajansa me re axifîn û qala wan kêliyên bi êş kirin.

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Qendîl Şengal axivî û got:”Em bi wesîleya 9’emîn salvegera fermanê destpêkê şehîdên fermanê di şexsê Dilşêran, Egîdan heya Dijwaran, ji Berîtanan heya Zîlanan yê ku ji bo vî gelî canê xwe feda kirî û tevlî karwanê nemiran buyî hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Planek li ser civaka Êzidî hatibû danîn’

Qendîl Şengal di derbarê êrişa hovane de wiha axivî: “Dema ferman li ser Şengalê hat hêzên heyî li dijî êrişan nebûn bersiv. Ji bo wê şer nekirin, ji ber ku planek hatibû çêkirin. Çi dema ku êrişê DAIŞ’ê çêbûn, Şengal radestkirin û peşmergeyên PDK’ê pişta xwe dane Şengalê. Ew kesên ku digotin em Şengal diparêzin û em nahêlin Şengal bikeve destê dijmina de, me jî wek civak bi wan bawer dikir. Lê di demên teng de reviyan. Bi hezaran dayîk û keçên me ketin destê DAIŞ’ê de. Bi hezaran zarok hatin qetilkirin. Ew mirovên temen mezin di tenûran de hatin şewitandin. Sedem çibû ew siyaseta şaş bû ku dihate meşandin. Milîtanên Rêber Apo, şervanên HPG, YJA-STAR mudaxeleyî Şengalê kirin, wek bersiva fermanê. Ji bo civaka me bi sedan bûn qehreman û bi serbilindî tevlî karwanê nemiran bûn. Tenê ji bo civakê biparêzin, li civakê xwedî derkevin. Ew erkê şoreşgertiyê avêtin ser milê xwe.”

‘Hebûna me şûreke di pişta wan de’

Qendîl Şengal ji bo avakirina YBŞ’ê ev yek anî ziman: “Piştî HPG û YJA-STAR derbasî Şengalê bûn, YBŞ hat avakirin. Di rojên zehmet, di rojên ku Şengal hatî firotin de YBŞ hat avakirin. YBŞ’ê li ser çi esasî hat avakirin. Wek YBŞ’ê û YJŞ’ê ji bo parastina vê civakê hat avakirin û armanca esasî li dijî fermanan rêgir be, pêşiya fermana bigre xwe rêxistin kir. Ev 9 salin YBŞ heye û her diçe xurttir dibe. Xwe bi xwe rê ve dibe. Ew hêzên ku îxanet li Şengal kirin YBŞ’ê ji bo wan bersivek e. Hebûna me wek YBŞ’ê, wek milîtanên Rêber Apo şûreke di pişta wan de, wek derziyeke di dilê wan de. Wek tê zanîn komkujî û armanc girtina fermandar û pêşengên me di meha Tebaxê de ye. Di nav civaka me de meha Tebaxê wek meheke reş tê hesibandin. Di vê mehê de Mamê civaka Êzidî, Mam Zekî Şengalî bû hedefa dijmin. Em di şexsê Mam Zekî de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînin. Mam Zekî ji bo Xweseriya Şengalê têkoşîn dimeşand, her wiha ji bo tifaqa civaka Êzidî xebat dimeşand. Di nav hêzên leşkerî, yê di nav Şengalê de tifaq çêkirin de rolekî girîng dileyîst. Ji bo wê bû hedefa êrişa nemerdane.”

Qendîl Şengal di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Tu hêzên ku ji derve werin Şengalê biparêzin nîne. Parastina Şengalê, ji vî gelî ye. Ji xortên Êzidiye. Ew xortên ku xwe bi fikrê Rêber Apo perwerdekirin niha li xwe xwedî derdikevin. Gelê me yê ku ev 9 salin di kampan de hatine bi cîhkirin,  êdî gihîştine wê rastiyê, vedigerin ser cîh û warê xwe. Ji ber ku cihek em biçin nîne. Cihek ji bo me hebe, ev axe, ev ware û çiyayê Şengalê ye.’’

Şervana YJŞ’ê Mîtra Ararat jî di derbarê armanca fermanê nêrînên xw tîne ziman. Mîtra Aratat da zanîn ku  herkes dizane ku esas armanca DAIŞê tunekirina Êzidiyan bû, bi hezaran kes ketin destê DAIŞ’ê û wiha pêde çû; “Dîsa me dît PDK çawa pişta xwe da gelê me û reviya. Civaka me wê demê herî zêde pişta xwe bi PDK’ê germ dikir. Lê mirov vê bibêje PDK ne kêmî DAIŞ bû. Heya roja me ya îro wisa ye. Bê ku bifikirin li vir gelek heye. Rastî jî eger hedef ne tinekirina gelê Êzidî bûya, wê rev çênebûba.”

‘Bi hatina gerîla re, em ketin ferqa hebûna xwe’

Mîtra Ararat behsa çûyîna gerîlayên qazadiyê yên HPG û YJA-STAR’ê ya ji bo Şengalê kir:“Bi hatina gerîlyan re, em ketin ferqa hebûna xwe. Çi wek jin dibe çi jî wek civak dibe. Di wan kêliyên fermanê de jî şerekî taybet hebû. Li kêleka vê me dixwest em rastiya xwe bibînin. Bi ketina nav gerîla re hebûna xwe ferqkirin û armancên êrişan hîn bêhtir famkirina vê çêbû di şexsê me de. Piştî fermanê rolekî pir mezin ket ser milê keç û xortên Êzidî. Vê yekê mirov dibîne. Bi avabûna YBŞ’ê û YJŞ’ê re, Şengal cûda bû. Şengalek cûda hat avakirin. Dîsa li kêleka vê gelek fermandarê me derketin. Gelek pêşengên me yê ku rêya me vedikirin û rêya rast nîşanî me didan derketin. Heya şehîd neketin jî li ser vê rêkê meşiyan û vê rêkê bernedan. Berxwedaniyek, îradeyek mezin nîşan dan. Em soza tolgirtina wan hevalan didin. Em ê xeyalên wan hevalan bi cîh bînin. Ji ber ku xeyalê wan hevala pir mezin bûn. Dîsa li dijî sîxurtiyê sekinandin, erka gelê Êzidi ye. Bixwazibin tola fermandarê me hilînin an jî wek wan bibin, wê di nava YBŞ’ê û YJŞ’ê de cîh bigrin. Ewqas ferman hat şermeke herî mezine ku mirov bi awayek rehet di mala xwe de rûne û rehet biraze. Ji bo vê jî wek bangawazî hemû ciwanên Êzidî berê xwe bidin nav refên YBŞ’ê û YJŞ’ê hêza heyî xurt bikin.”

Şervanê YBŞ’ê Rojhat Berxwedan jî da zanîn ku armanca êrişan qirkirina Êzidiyan bû, dixwest çanda bi hezaran salî xwe li ser piyan girtî, ji holê rakin. Rojhat destnîşankir ku tişta PDK û Tirkiyeyê dixwest pêknehat, ew jî bi saya şehîd, bi saya gerîlayên PKK’ê, ji ber ku gerîla yekser xwe gihand Şengalê û pêşî li qirkirinê girtin.

‘Di nav pêlên xwînê de hat avakirin’

Rojhat Berxwedan di dewama axaftina xwe de dibêje; “Hêza ku di fermanê de di nav pêlên xwînê de hat avakirin êdî bû îradeyek xurt û li pêşiya dijmin sekinî. Tişta ku dijminên me dixwestin li Şengalê pêk neyê, pêk hat. Niha bi her awayî êriş li ser hêza me hene. Çi êrişên hewayî dibin, çi êrişên tirsonek dibin ev hêza heyî tune nabe. Ji ber ev hêz di nav pêlê xwînê de hatiye avakirin. Em wek rimekî di dil û çavê dijmin de ne. Berî fermanê nêzî bîst hezar hêza bi çek hebû. Ev çi pêşmerge dibe, çi cehşên Iraqê dibe, çi jî şirte dibe. Çima nebûne bersiv? Divê mirov bikeve nava lêpirsînê de. Di rojhilata Navîn de gelekî ku bê hêza parastinê bê, ew gel rû bi rûyî komkujiyan tê, rû bi rûyî planên qirêj tê. Gelek ger hêza xwe ya parastinê hebe, hêza xwe ya cewherî hebe, her tim serkeftina xwe diyar dike. Her dewlet jî her hêz jî hesabê wê dikin. Ji ber dizanin ger êrişek bibin ser wê bersiva xwe bigrin. Yek bixwazibe wek 2014’an gelê me bixe dorpêçê wê fedayiyan li pêşiya xwe bibîne. Wê hêzên rêxistinkirî û  îradeyek li pêşiya xwe bibîne.”’

‘Em biryara Rêveberiya Xweser silav dikin’        

Rojhat Berxwedan di dawiya axaftina xwe de biryara Rêveberiya Xweser nirxand û got: “Em bi rêzdarî tevahî şehîdên şoreşa Rojava bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Wekî din em biryara Rêveberiya Xweser ya di derbarê endamên DAIŞ’ê de girtî silav dikin. Kesên ku destê wan di xwîna gelê me de heyî bên dadgehkirin û werin mehkumkirin. Pêwîst bû ev biryar ji mêj ve ji aliyê dewletan hatiba girtin. Hem dewletên hegomonîk, hem NATO û hem jî dewletên desthilatdar xwe berpirsiyar ne dîtin. Bi vê biryara Rojavayê Kurdistanê em gelek keyfxweş bûn. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwe rêxistin bikin, xwe perwerde bikin û hêza xwe ya leşkerî bi qûwet bikin.”

Şervana YJŞ’ê Delal Întîqam di dawiyê de axivî û got; “Em hemû şehîdan bi bîr tînin. Tişta ku hatî serê civaka me ne tiştekî hêsan bû. Heya niha jî gelek jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê dene, ji ber ku pêşmerge û dewleta Tirk rê li pêşiya fermanê vekirin. Ev yek tu carî nayê ji bîr kirin. Heya niha jî em êşa wê dikşînin. Niha em hewl didin bi perwerdê bi xwe rêxistinkirinê pêşî li fermana bigirin da ku carek din ew rojên bi êş li serê gelê me de neyê.”

AZAD HEQÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button