Yekîtiya Gelên Meksîkayê: Em siyaseta Barzanî ya dijî jinan şermezar dikin

Yekîtiya Gelên Meksîkayê girtina endamên RJAK’ê ji aliyê PDK’ê ve weke siyaseteke dijî jin û femînîstan bi nav kir û wiha hate gotin: “Em li gel têkoşîna Tevgera jinên Kurdin. Girtina jinên Kurd ji aliyê PDK’ya bi serokatiya Barzanî şermezar dikin.”

Yekîtiya Gelên Meksîkayê bi peyamekî piştgiriya xwe ji bo endamên RJAK’ê yên ji aliyê PDK’ê ve dîl hatine girtin, ragihand û binçavkirina çalakvanên jin şermezar kir.

Di peyama Yekîtiya Gelên Meksîkayê de ev tişt têgotin:

Em weke Yekîtiya Gelên Meksîkayê,  li gel têkoşîna hevalên Tevgera Jinên Kurdistanê ne, li dijî her êrîşek li ser jinên Kurd û gelê Kurd dengê xwe bilind dikin.

Di encama têkoşînê de em bûne weke xwişk û bira. Ji ber vê  em dibêjin, eger êrîş li ser yek ji me çêbibe, emê hemû bihevre bersivê bidin. Em weke gelê Nauas yên herêma Cholulecayê têkoşîna gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ji bo xwe nimûne digirin, ji bo em Ii berxwe bidin û parstina jiyana xwe bikin, dibe çavkaniya hêz. Dizanin ku ji bo em dijminê xwe yê hevbeş sîstema kapîtalîst ya baviksalar têk bibin, mesafe asteng nîne.

Em siyaseta Hikûmeta Kurdistana Iraqê ya bi berpirsyariya Barzanî ku bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê dijî jinên ji b o jiyanê têdikoşin û femînîzîd şermezar û red dikin.

Em weke Mala Gelan ya Cuanalá, Juan C. Bonilla, Puebla, México banga serbest berdana lezgîn ya hevala Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Edbuldaqî û Seyran Ehmed Hesen ya ji aliyê PDK’ê ve ku bihevkariya Tirkiye û Amerîkayê kiriye dikin.

Divê were zanîn, emê hevalên xwe bi tenê nehêlin û têkoşîna wan têkoşîna me ye.”

Peyam bi dirûşmên; “Têkoşîna me ji bo jiyanê ye”, “Azadî ji bo hevalên Kurd”, “Her bijî têkoşîna gelên Nahuas û gelê Kurd” bi dawî bû.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

 

 

Show More
Back to top button