YJŞ: Tolhildana ji fermanê wê azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser be

Fermandariya YJŞ’ê bi boneya salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê daxuyaniyek da. YJŞ’ê got: “Armanca DAIŞ ji êrişa li ser Şengalê ne tenê qirkirina fizikî bû, bi vê êrişê re çanda civaka Êzidî, ol, bawerî û şêwaza jiyana kominal jî hat hedef girtin. Wek YJŞ em fermana 74’an ji bîr nakin. Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya li ser civaka Êzidî daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya YJŞ’ê wihaye;

“Di dirokê de civaka me ya Êzidî timî bi ruhê berxwedanî û çog netewandina li hember zilmê, li hember dagirkerî û helandina çanda qedîm wek pêtên ji agir bûne çirûskên tim pêxistî. Berxwedanî li warê Derwêş û Edulan pêl bi pêl heya roja me ya îro di rih, hişmendî û kesayet de wek hestên azadiyê xwe daye der. Ev civak di nasnameya xwe de sekna vîna azad, berxwedêr û xwedî derketina li çanda xwe bi hedarekî mezin xêzkirin e. Kuştin, talan, komkijî, ferman li pêşiya qêrînên azadiyê nebû kelem.

Serîda em wek YJŞ şêhîdên Fermana 74 an û şehîdên xwe gîştî bi rêzdarî bibîrtinin. Şehîdên me bûn bingeha jiyana azad, naskirina azadî, bû sedema vîna Jina azad, her wiha bû ronahiya li beramberî tarîtiya zilamê desthilatdar. Em şopdarên şehîdên xwe yê bi fikir û ramana Rêber Apo de dil û mejiyê xwe safî kirine ne. Li ser vî esasî jin, ciwan, zarok, kal û bi sedhezaran mirovên bê guneh ên bûn şehîdên fermana 74 an bi bîr tînîn. Di vê oxirê de hevalên ku şehîd bûne di şexsê Ş. Denîz, Bêrîvan Seîd, Rusyar, Bêrîvan Arîn, Nûjîn, Şîlan goyî de, dîsa piştî fermanê hevalên bi jinên dil dane azadiyê re hevaltiyê kirin di şexsê Ş.Mam Zeki, zerdeşt, Seîd, Dijwar û Pîr Çekoyan de bi rêzdarî bi bîr tînîn. Dîsa hevalên piştî fermanê şehid bûn, hevalên ku rizgarî û têkoşîna Şengalê de cihê xwe girtin û çûn cihên cuda şehid bûn bi rûmet û rêz bi bîr tînin.

Mirovahî bi pergala zilamê desthilatdar hatiye asta ku kesayetek weke Reber Apo 25 sale fîzîkî dîl girtiye. Reber Apo  di çayreka sedsala 21. de ispat kir ku jin bi têkoşînek dijwar dikare jiyana bi rûmet bi dest bixe. Li gel vê jî bi vîn û hêza xwe ya xwezayî ya bi destê zilam hatiye perçiqandin, hêdî hêdî bi rêbaza helandinê, bi çewisandinê, nebe bi qetilkirinê xwest tine bike. Lê belê zilamê serdest bi hebûna Rêber Apo  nikaribû xeyalên xwe pêk bîne, hêz û vîna jin bişkene û tine bike. Liser vî esasî jinên Ezîdxan bi heza xwe YJŞ ava kir, di şopa 12 sûwarîda meşa xwe a azadî despêkir. Ev 9 sale ev meş her roj bilindtir û xurttir dibe.

Em jî wek YJŞ baweriya Rêber Apo  bawer kir û destê ku ji bo rizgarîya me dirêji me kiri bu bi hizkirenekî bê hempa vî destê girt û em bernadin jî. Ji ber ku cîvaka Ezîdî serîda jinên ezîdî bune nebune beramberî desthilatdariya zilam ango dewletan buye hedef. Ji qirkirina sîyasî, çandî, fîzîkî bı her awayi derbas buye. Fedaiyên Rêber Apo  ji bo parastina gelê Êzîdî, ji bo parastina çanda Êzîdayetî ji bo parastina dîrok û pêşeroja civaka me ya Êzîdî hatin xwe gîhandin û pir bedelên giranbûha dan, serketin warê me teslîmî me kirin û çûn.

Disa Jinên ku xwedî koka xwe derdikevîn bawerî didin hêza jin, azadiya jin û civakê em wan wek YJŞ silav dikin. Her wiha Rêber Apo  bi hezkirin û hurmetek bê hempa silav dikin. Em dibêjin em ê jiyana bi rûmet bi Rêberê xwe re pêşwazî bikin. Dîsa bi destê hêzên desthilatdar a ku parastina pergala zilamsalarî dikin diparêzin û nahêlin jiyana mirovahî bi rûmet û azad bê jîyan kirin. Bi destê Devleta Tirk Reber Apo  di bin tecrîta girankirî da dîl hatîye girtin. Em wek heza parastina jinên Êzîdî YJŞ bi tundî tecrîta li ser Reber Apo  şermezar dikin û dibejin bi Reber Apo  ra JIN JÎYAN AZADÎ.

Li ser van esasan dema şerê qirkirinê Ezîdîyên Şengal’ê 9 sal derbas bu. beramberî vî qirkirinê hêza HPG- YJA STAR- YPG- YPJ tekoşîn û berxwedanekî bê hempa meşandin û berdêlên giran buha dan. Ev bun pêşêngên me yên heta heta.

Di dîroka3’yê Tebaxa 2014’an de di bin navê DAIŞ de dewletên deshilatdar erîşê xaka Ezîdxan Şingalê kir. DAIŞ arteşêkî serbixwe nebu. DAIŞ dewleta Tirke, DAIŞ Talîbane. Berhema modernîteya Kapitalîst a zilamê deshilatdare. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dirok cardin xwe dubare kir û hêzên dagirker û DAIŞ yên li hember civaka me ya Êzidî şûrê qirkirin û talanê tuj kirin. Careke din xwestin qêrinên azadiyê bêdeng bikin, xwestin rayên berxwdan ji holê rakin. Armanca DAIŞ ji vê êrîşê ne tenê qirkirina fizikî bû, bi vê êrişê re çanda civaka Êzidî, ol, bawerî û şêwaza jiyana kominal jî hat hedef girtin. Paşeroja me ya civaka Êzidiyan Kal û pîrên me yên xwedî ezmun û diroka zindî kuştin û di gorên komî de veşartin. Bi vê şêwazê xwestin civaka me ya Êzîdî bê tecrübe û bê dîrok bihêlin. Zarokên ku pêşaroja civakê ne revandin û bi hişmendiya îslamgîr perwerde kirin, hewildan ol û baweriya Ezdayetî bi wan bidin jibîrkirin û hişmendiyek li dijî civaka xwe bidin avakirin. Bi vê êrişêre keç û jin jî, jixwere wek xanîmet girtin, bi çanda destdirêjiya hezarê salan êrişê nirxên jinê kirin.

Tiştê DAIŞ kir asîmîlasyon, qirkirina fîzîkî û çandî bu. pergala serî jekirin, zindî zîndî şewitandin, tecavüz û jin xanîmet kirin, firotin bu bi kurtasî koletî, jîyanekî ketî bu. Jin û keçên me yê Êzîdî xistin halê ku hejî nikarin werin ser xwe, dramayekî mezin jîyan dikin. Beramberî îşkence, tacîz, tecavüz, bi zorî ol guhartin, êrîşê maneviyata me kirin, bi jinê xastin kokê hilweşînin. Jinên me dema nexastin teslîmê wan bibin rumetê xwe biparêzin xwe ji latan avêtin, xwe kuştin. Heya dawî berxwedan, nebu bi destê xwe dawî jiyana xwe anîn. Em vî zanistî da ne ku DAIŞ bi deshilatdarî ava bu lê belê bi berxwedanî jî têk çu. Cîvaka me Êzîdî vî rastî dît. Rastîya DAIŞ ev bu arteşa dewletên desdilatdar bu. Dewletê Tirk avabuyîna DAIŞ ê da rolê Bav leyîst. Heya rojame îro ev erke xwe bê qusur ber çavê gîştî cîhanêda dileyîze. Çi dibe bila bibe din av cîvaka Êzîdî de çiqas bandora DAIŞ li ser cîvakê neyînî çebibe jî berxwedanîya heyî jî bandorekî erenî a serkeftinê nişanî me da. Rastîya gîştî dewletan şerê DAIŞ de derket hole. Îro em artêşa xwe a parasinê YJŞ avakiriye. YJŞ din av şêrekî dijvar, di nav xwînêda xwe afirand. Armancê me wek YJŞ emê bi hêza xwe, bi cewhera xwe xwedîyê kokê xwe derkevin, bi vîn bibin, xwe biparêzin. Em bi felsefa û bi fikrekî qewî hatin heya vî rojê. Em bi şehîdên xwe yê bi rumet heya îro meşîyan. Berî vî em bê parastin bun, çarenusa me deste meda nebu. Ji ber vî em nikaribun çarenusa xwe dîyar bikin. Bi şer xwastin me ji cewherê me qut bikin. Lê belê hêza destlatdar bîr kiribu Êzdayetî berxwederî ye. Ji dîrokê heya îro bi berxwedanî, bi ked em meşîyan, ev dîrok bi xwînê hat nîvîsandin. Bi vê hêzê me Şengal parast. Fermana 74 an bi saya felsefeya Rêber Apo  u cangorîyên wî. Bi saya berxwedana wan me vî zivirand vîn, tekoşîn, berxwedan, rexistin buyîn û azadî.

Hetmên DAIŞ bi destê desilahtarîyê xwe nujen dike. Rebazê xwe qirkirin, talan kirin, çanda xwe a destdirêjî yê biguhurîne kî guhartîyejî. Heya roja me îro bi êrîşên hewayî ( teyare, keşif) pêşengên cîvakê hedef digire, kesayetên ku bi salan ji bo parastina Şengal û cîvaka Êzîdî ked dane van kesan hedef digire. Bi êrîşên hewayî, sîxurtî, fuhuş, revandina keçikên Êzîdî, beramberî heza xwe bê bawer hiştin din av cîvaka Êzîdî de dixaze pêşbixe. Bi curên politikaya şerên taybet civak ji axa xwe qut dike. Koçberî pêşdixe. Dixwaze Şengal vala bike ku bikaribe çanda xwe talan û tecavüz li ser axa me ya pîroz pêk bîne. Koçberî, welat hiştin, axa xwe vala kirin tê manaya dest kokê xwe eslê xwe berdane. Pewîste em bizanin yek jî polîtîkayê qirkirin koçberî ye.

Li gel vî di navberê dewleta Tirk, Hukumeta Iraq û Barzanî her wiha welatên rojava jî teda hevpeymanekî çekirine dibejin hevpeymana 9’ê Cotmehê. Ev peyman li ser esasê bi yasayî qirkirina cîvaka Ezîdî ye. Dîroka vî jî taybet hatîye hilbijarin ji berku dixazin dîrok bidin dubare kirin lê belê ne gelê Êzîdî ne jî cîvaka Şengalê wek berê ye. Edî arteşekî wî, heza parasina Şengal YJŞ- YBŞ heye her viha sazî dezgêhê vî ewlehî û îdarî henin û tehma azadî û xweserî girtin.dest jê bernadin.Em wek YJŞ- xwedî koka xwe derdikevin ji ax u welatê xwe dernakevin, heya davî biparêzin, têde bi tekoşîn û berxwedanekî mezin, jîyanekî bi rumet jîyan bikin.. Hêzên berxweder a ku cîvaka Ezîdî re peşengtî kir da fêm kirin cîvak bê parastin nabe. Cîvaka bê parastin din av vî pergala deshilatdar da nikarê jîyan bike. Li ser vî esasî heza xwe a parastin avakir, ji bo ewlehî, perverde, tendûrîstî, her viha îdarî sazî û dezgeha xwe avakir. Xweserîya xwe îlan kir. Ji berk û cîvakek bixazibe ji xwelîyên xwe carekî din ava bike pewîste heza xwe ji xwe bigire. Em weke zarokên Ezîdxan wekî bere nînin. Ji berk û rastîyê herî dijvar re em rubiru man. Bi vî rastî me bi vîna xwe tercîha xwe da azadî hilbijart û me dît ev rêk jî tene bi paradigmaya Rêber Apo  konfedaralîzma demokratîke ku azadîya jin de bi israre kir. Cîwak bi jînê ava dibe, çêdibe, pêşdikeve em vî bawerîyê denin.

Em jî vê sonda xwe tînin li ser ziman û dibêjin em wek YJŞ fermana 74 an bîr nakin. Tolrakirina YJŞ yê bibe azadîya Rêber Apo  û Şengalekî xweser. Em bi vî bîr û bawerî gîştî jinên ku li ser esasê azadî de xwe feda kirine dîsa jinên ku rêka azadîde dimeşin wan hemuya silav dikin.

Di vê salvegera fermanê ku neh sal ji ser re derbas buye, divê hemû jinên Êzidî bi durişmeya ‘’Tolhildana hemû fermanan, xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’’ tevbigerin, xwe rêxistin bikin û bersiva 74 fermanan bidin. Divê em vegerin xaka xwe, çand, ol û dîroka xwe bijîn û biparêzin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Show More
Back to top button