Rêveberiya nû: Emê bêyî ferq û cûdahî xizmetê ji Civaka Êzîdî û Şengaliyan re bikin

Hevserok û cîgirên hevserokên Meclîsa Xweser a Şengalê kêfxweşiya xwe ji hilbijartinên demokratîk û şefaf ya kongreyê  anîn ziman û diyar kirin, ji ber ji derveyî Êzîdiyan pêkhateyên Ereb, kurmancên Sûnî, Şîe, Mesîhî jî li Şengalê dijîn,  ewê bêyî ferq û cûdahiyê bixin navberê, xizmetê ji tevahî civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê re bikin

23’yê Tîrmehê 4’emîn kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li gel nûnerên civaka Êzîdî, nûnerên pêkhateyên Ereb, Kurmancên Sûnî, Mesîhî û Şîe jî di kongreyê de amadebûn. Di kongreyê de hevserokên Meclîsê hate guhertin. Cîgirên Hevserokan lê hate zêdekirin. Ji ber pêkhateyên cûda jî tevlî kongreyê bûn, hejmara endamên rêveberiya meclîsê ji 73 kesan derket 111 kesî. Li gorî bandor û şêniyên pêkhateyan kota ji van pêkhateyên cûda yên derveyî Êzîdiyan re jî hate veqetandin. Li gel sîstema hevserokatiyê di derdora sedî 40 de jin di rêveberiyê de cih digirin.

Kongre li gorî rêvebernameya navxweyî divê 2 salan carekî kom bibe, bernameya xwe ya kar a nû derxe, rêveberiya xwe ya nû hilbijêre.

Hevserokê nû yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî ji kongreyê ji ajansa me re axivî û diyar  bi armanca amadekarî kirin ji bo pêvajoya nû, pêwîstî bi lidarxistina kongreyê dîtine û got: “Me 2015’an piştî fermanê meclîsa xwe ava kir. Hem dema wê bû kongreya 4’an bê lidarxistin, hem jî di demeke wisa de ku herkes  bo dema pêş xwe amade dike, lidarxistina kongreyê girîng bû. Em weke gelê Şengalê divê ji vê dema nû re amade bin û êdî destûrê nedin bibin bazara kirîn û firotinê.”

‘Êzê bêyî cûdahî xizmetê ji gel re bikim’

Haşim Hecî diyar kir kongreya wan serkeftî derbasbûye û bi beşdarbûneke berfireh a piraniya pêkhateyên bawerî û siyasî yên Şengalê kongre hatiye lidarxistin. Her wiha dazanîn Êzîdiyên derveyî welat û ji Rojava jî bedşarê kongreyê bûne.

Têkildarî hilbijartinê jî dazanîn hilbijartineke gelekî demokratîk bûye  û wiha pêde çû; “Hilbijartin bi dengdanê bû û herkesek bi xwesta xwe pêşniyar kiriba, derî jêre vekirîbû. Wek min berê niha jî sondxwariye, tiştek bikeve ser milê me emê ji bo gelê xwe texsîr nekin û bêyî cûdabûna bixim nava gel de çi li kampan bin, çi jî li Bakur, Başûr û her cihek din be tişta ji bo wan bikeve ser milê me emê pêkbînin.”

Sêvê Emo: Emê êdî destûrê nedin ti fermanek din bi serê me de were

Cîgira hevserkotiya Meclîsa Xweser a Şengalê Sêvê Emo jî diyar kir kongre baş derbasbûye û kêfxweşiya xwe ya ji sîstema demokratîk a hilbijartinê anî ziman. Sêvê Hemo têkildarî mijarê ev tişt got; “Hevserok û rêveberiya meclîsê bi hilbijartinê hatin guhertin. Ez jî bûm cîgira hevserokan. Li Şengalê pêkhateyên cûda jî hebûn, cih ji wan re jî hate dayîn. Jinên Êzîdî êdî neyên beriya fermanê ne, niha hêza wan a berxwedanê çêbûye. Bi vî awayî wê êdî destûrê nedin ti fermaneke din çêbibe. Hêvî dikim kongreya 4’an bibe kongreya serkeftinê ji bo gelê êzîdî.”Cîgirê Hevserokatiyê Heso Îbrahîm jî têkildarî naveroka kongreyê û şêwazê pêkhatina wê balkêşe li ser çend xalên girîng û wiha axivî; “Kongreya Meclîsa Xweser di demeke hesas ku hem hilbijartinên Iraqê nêz dibin, hem jî di salvegera fermanê de pêkhat. Her wiha di van rojan de biryarên nû li ser naskirina jenosîda Êzîdiyan tên girtin. Kongre tam jî di demeke wisa girîng de pêkhat. Em vê kongreyê li tevahî Êzîdiyan û dost û xêrxwazan pîroz dikin. Hêvî dikim kongre bibe roniyek ji bo pêşeroja civaka me ya Êzîdî.”

Heso Îbrahîm: Hilbijartin bi awayeke demokratîk û azad pêkhat

Têkildarî şêwazê xebitîna kongreyê jî Heso Îbrahîm van agahiyan da; “Li gorî rêvebirnameya me ya meclîsê 2 salan carekî kongre tê lidarxistin, rêveberî û endamên wê di berçavan re tên derbaskirin. Beriya kongreyê li hemû gund û bajaran, li hemû saziyan me hilbijartin çêkir. Hilbijartin bi awayeke girtî hate çêkirin, da ku zextek derûnî li ser kesê çênebe û bi awayeke azad dengê xwe bikarbînin. Piraniya endamên rêveberiyê hatin nûkirin û hejmar hate zêdekirin. Ji 73 endamên rêveberiyê derket 111 kes. Cîgirên hevserokan vê carê hate zêdekirin. Ji derveyî mêhvanan 250 delege beşdarê kongreyê bûn. Ez berê jî di rêveberiyê de bûm, lê gel xwest wezîfeya xwe dewam bikim. Hilbijartin bi awayeke demokratîk û azad pêkhat.”‘Yên destê wan ketine xwîna Êzîdiyan wê neyê efû kirin’

Heso Îbrahîm jî diyar kir hemû pêkhateyên li Şengalê dijîn, Şengalîne û ev peyam da; “Em ter û hişk bihevre naşewitînin û rêz li hemû baweriyan digirin. Şengal ne tenê ya Êzîdiyane. Lê pêwîste were zanîn mirovên ku destê wan ketiye xwîna Êzîdiyan wê neyên efû kirin. Ancax mirovên ku dijminahiya Êzîdiyan nekirine û destê wan neketiye xwîna Êzîdiyan, em çawa di Şengalê de dijîn ewê jî bi heman şêweyî bijîn. Nûnerên Ereb, Cemaeta Şîeyan, Kurmancên Sûnî jî di kongreyê de amadebûn. Me cih ji Mesîhîyan re veqetandibû, niha amade nebûm, dibe ku dema pêş de amade bibin. Me di rêveberiyê de kota ji wan re vala hiştiye, kengê werin derî li wan vekiriye. Me wisa kiriye ku nûnerên hemû baweriyên Şengalê di navê de cih bigirin. Dibe piranya Şengalê Êzîdîbin, lê em rêz li baweriyên din ên li Şengalê jî digirin û di rêveberiyê de jî cih didin wan.”

Azad Hûsiyan:  Soz didin ku emê berpirsyariyên xwe bicîh bînin

Cîgirekî din yê hevserokatiyê Azad Hûsiyan jî got ku hilbijartineke demokratîk û şefaf pêkhatiye û ji kongreyê ev peyam da; Zêdeyî sê mehe me xebat ji bo lidarxistina kongreyê meşand. Kongreya me serkeftî derbasbû. Rêveberiya Şengalê bi hilbijartineke şefaf û demokratîk hate hilbijartin.”Azad Hûsiyan dazanîn wan di kongreyê de soza xwe ya ji bo xebatê dûbare kiriye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Ne tenê ji ber em hatine hilbijartin, berê niha jî me sozek dabû gel û ew şehîdên ku di oxira parastina vê xakê de canê xwe feda kirine, em her tim li ser wê soza xwene. Lê îro me vê soza xwe careke din nû kir. Dibêjim, yên tevlî kongrebûne, yên dengê xwe dane me û nedane me, soz didim ku bêyî ferq û cûdahî, ji bo hemû Êzîdiyên li welat û derveyî welat çi xebatek bikeve ser milê me, heya kêliya jiyana xwe ya dawî soz didim ku pêkbînim. Çi erkên siyasî dibe çi jî erkên parastinê dibe, emê hewl bidin pêkbînin.”

Azad Hûsiyan jî kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna pêkhateyên cûda yên Şengalê ji bo kongreyê anî ziman û diyar kir beşdarbûna bawerî û pêkhateyên cûda yên Şengalê ji bo kongreê xemleke xweş daye kongreyê û bûye çavkaniya moralê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button