YBŞ: Hevalê me Emîn Sebawî şehîd bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku şervanê wan Emîn Sebawî di 4’ê Nîsanê de ji ber neweşiyekê şehîd bû

Berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Emîn Sebawî roja 4’ê Nîsanê ji ber encama nexweşiyeke gihîşt karwanên şehîdan. Rêheval Emîn di merheleya ku çeteyên DAIŞ’ê xwestibûn yekitiya gelê Ereb û Êzidiyan tune bikin de tevlî nava refên me bû. Di sala 2017’an de piştî rizgarkirina gundê Medibanê ew jî bi dilsozî biryara xwe da û ji bo parastina xaka Şengalê erkên giran da ser milê xwe. Ruxmê ku nû tevlîbûbû çi erk ketiye ser milê wî bi dilnizmî pêk aniye û bûye mînak ji bo hevalên derdora xwe. Her çiqas hevalek ciwan bû jî bi sekna xwe ya leşkerî û jiyanî her tim di asta pêşengtî de rol leyist. Di sala 2017’an li dijî çeteyên hovane ya DAIŞ’ê û zihniyeta wî ya dijmirovahiyê re şer kirin û hemberî van çeteyan berxwedayîn, fedakartî û wêrektiyek pir mezin dixwest. Rêheval Emîn Sebawî jî di pêvajoyek wiha giran û xeter de ji bo tunekirina çeteyan, parastina xaka xwe û gelê heremê kir û di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt. Di serî de em sersaxî ji bo malbat û eşîra Bineseba ya rêheval Emîn Sebawî dixwazin û soza ku me ji bo şehîdên xwe daye em car din dûbare dikin. Doza rêhevalê Emîn a ku heta dawî pê bawer kir û bê tereddût jiyan kir, emê jî li ser vê bingehê ala berxwedaniyê hilbigrin û bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Nasnameya hevreyê me wiha ye;

Nasnav: Emîn Sebawî

Nav û paşnav: Casim Mihemed Xidir

Navê dê û bav: Hatice – Mihemed

Cih û dîroka tevlîbûyînê: 2017 – Medîban

Cih û dîroka şehadetê: 4ê Nîsan 2021 – Mediban”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button