Ciwanên Êzidî bi boneya salvegera Fermanê, meşek meşaleyî lidarxistin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê bi meşek meşaleyî şehîdên Fermana 3’ê Tebaxa 2014’yan bibîranîn û ragihandin ku plana PDK’ê ya di 3’ê Tebaxê de bi ser neket, lê niha dixwaze dibin navê Peymana 9’ê Cotmehê de heman tiştê bike.

Bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’yan, Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê, bi diruşmeya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ meşek meşaleyî lidarxistin.

Meşa meşaleyî ji ser rêya Lofên a gundê Kolika destpê kir û heta Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin.

Piştî meş gihişt Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin û daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan ve hate dayîn.

Sara Botan wiha got: “Di serî de em hemû cangoriyên Fermana 3’ê Tebaxê bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin. Em wek civaka Êzidî wê peyamê didin dijminê xwe, bi saya şehîdên wek Mam Zekî, Seît, Hesen, Pîro, Çeko û bi dehan şehîdên din ku serê xwe di oxira parastina vê civakê de dane, hûnê nikaribin gelê me tine bikin. Em wek ciwanên Êzidî li ser xeta van şehîdan heta dawî emê xwe li ber parastina vê civakê de berpirsyar bibînin û em li virin. Di dema Fermanê de plana tunekirina civaka me hatibû danîn, lê dijminê hov bi hemû hovîtiya xwe nikaribû me tine bike. Çawa bi saya berxwedaniya civaka Êzidî heta niha ev çiya serê xwe li hember dijmin ne tewandiye, wê ji îro û şûn ve jî serê xwe li hember ti êrişa netewîne. Ji ber ku kesên cane xwe fedayî ol û baweriya xwe bikin hene.”

Berdevka YCÊ Sara Botan di dewama axaftina xwe de balkişand li ser planên PDK’ê yên ji bo tinekirina Êzidiyan û wiha domand: “PDK’ê bi plana 3’ê Tebaxê negihişt armanca xwe, lê piştî wê niha dixwaze dibin navê Peymana 9’ê Cotmehê de heman tiştê bike. Çawa me ferman li ser xwe qebûl nekir, emê vê Peymanê jî qebûl nekin. Gerîlayên ku di dema fermanê de bi hewara me hatîn, em ji qirkiirnê rizgarkirîn îro carekî din rastî êrişên dewleta Tirk tên û pêwîste em jî li wan xwedî derbikevin. Wan em rêxistinkirin, kirin xwedî îrade û xatir ji me xwestin û çûn. Tenê tiştê ku emanetî me kirin ev şehîd bûn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button