Rêveberiya Xweser ya Şengalê wê sibe li Bexda konferansekê lidar bixe

Rêveberiya Xweser ya Şengalê di salvegera 9’emîn ya Fermana 3’yê Tebaxê de wê li Bexda konferansekê lidar bixe.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê di salvegera 9’emîn ya Fermana 3’yê Tebaxê de, bi armanca nîqaşkirina mafên bingehîn yên civaka Êzidî di çarçoveya Destûra Bingehîn ya Iraqê de nîqaş bike, wê sibe li Bexda konferansekê lidar bixe.

Hevseroka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Xezal Reşo, têkildarî mijarê wiha got; “Sibê salvegera 9’emîn ya Komkujiya Şengalê ye. Ji ber wê yekê jî emê sibe konferansa xwe lidar bixin. Di konferansê de wê mafên bingehîn yên Êzidiyan di çarçoveya Destûra Bingehîn ya Iraqê de bê gotûbêjkirin. Emê di konferansê de carek din nîşan bidin ku civaka Êzidî xwediyê îradeya xwe birêvebinê ye.”

Xezal Reşo herwiha diyar kir ku li gel vegera civaka Êzidî bo ser xaka xwe, rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de wê rojeva bingehîn ya konferansê be.

Hikûmeta Iraqê, di proje yasaya nû de, ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bi qasî têrê bike nebe jî, budceyek veqetandibû.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button