​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk jineke din ji Basûfanê revand

Zilm û terora dewleta tirk a dagirker li hemberî xelkê me berdewam dike. Hate ragihandin ku jinek me ya ji gundê Basûfanê ya li Rojavayê Kurdistanê ye hatiye revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê got ku çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jina Êzidî bi navê Xezalê Menan Selmo (45) ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî revandiye.

Li gorî rêxistinê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê, Xezalê ji şêniyên gundê Basûfanê ye. Heman çavkaniyê ragihand ku Xezalê bi tawana teqandina erebeya serçeteyekî hatiye revandin.

Çeteyan bi heman tawana Xezalê Selmo a ku erebeya serçeteyekî Feyleq El-Şam ê bi navê Hemze Ebo Zeyd di 4`ê Sibatê de teqandiye û di encamê de ji ber birînên xwe miriye, bi dehan şêniyên gundên Basûfan, Biyê, Kibêşîn û Birc Heyderê ên li navçeya Şêrewa ya dagirkirî revandine.

Çeteyên heman komê gotibûn ku ger Hemze Ebo Zeyd bimire dê serê şêniyan jê bikin. Xezalê Selmo jî bû qurbaniya wan gefan.

Li gorî çavkaniyekî xwecihî gundê Îska yê Efrînê, bi qasî ku çeteyan di zîndanê de Xezalê îşkence kirine, pirsgirêkên mêjî pê re çêbûne.

Heman çavkanî bi bîr xist ku ji bo darizandina Xezalê ev hefteyeke şandine Tirkiyê.

ÇAVKANÎ; ŞEHBA-ANHA

 

Show More
Back to top button